Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 4

Hêrsketin Dikare Ziyanê Bîne

Hêrsketin Dikare Ziyanê Bîne

Adem û Hêwa ji baxçê Êdênê hatine derxistinê, û paşê gelek zar wanra hatine bûyînê. Qayîn, kurê wanî pêşiyê, bû cotkar, lê kurê duda Habîl, bû şivan.

Rojekê Qayîn û Habîl Yehowara qurban anîn. Tu zanî çi tê hesabê qurban? Ew tê hesabê pêşkêşa qîmet bona Xwedê. Yehowa qurbana Habîlra gelek şa bû, lê ya Qayînra şa nebû. Seva wê yekê Qayîn gelek hêrs ket. Yehowa gote Qayîn, wekî hêrsa wî dikare wî berbi kirê xirab bive. Lê Qayîn guh neda Xwedê.

Dewsê Qayîn gote Habîl: “Were em herine çolê”. Gava ewana çolêda tenê bûn, Qayîn birê xwe xist û wî kuşt. Gelo, Yehowa wê derecêda çi gerekê bikira? Yehowa Qayîn bi wê yekê ceza kir, ku wî ji malbeta wî dûr xist. Û îda îzina wî tune bû paşda vegere.

Ji wê yekê em çi dersê dikarin hîn bin? Em jî dikarin hêrs kevin, hergê tiştek usa nabe, çawa em dixwazin. Hergê em texmîn dikin, wekî zû hêrs dikevin, û yên din jî wê yekê mera dibêjin, dêmek em gerekê ser xwe bixebitin û êmosiyên xwe zeft kin, heta ku ewê êmosiyê ser me kontrol nekiriye.

Habîl, Yehowa hiz dikir û tiştên rast dikir, lema jî Yehowa wê tu car wî bîr neke. Gava Yehowa erdê bike cinet, wê Habîl dîsa vegerîne jîyînê.

“Pêşiyê here birê xwera li hev were û paşê were hediya xwe bide” (Metta 5:24).