Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 5

Gemiya Nuh

Gemiya Nuh

Wede şûnda ser erdê meriv zêde bûn. Gelek ji wan meriva xirab bûn. Usa jî hine melekên ser ezmana xirab bûn. Ewana mala xwe dêmek ezman hîştin û hatine ser erdê. Lê tu zanî çira wana usa kir? Wana xwe kire merî, wekî bizewicin.

Wan melekara zar hatine bûyînê. Ew zar mezin dibûn û qewata wan zêde dibû û ewana dibûne merivên terikî. Wana ziyan didane meriva. Yehowa îda nikaribû îzin bida, wekî ew yek usa berdewam be. Lema jî ewî safî kir, wekî wan merivên zulm sêlavêda kuta ke.

Lê merivek hebû, yê ku ji wan cude dibû. Ewî Yehowa hiz dikir. Navê wî Nuh bû. Jin û sê kurên wî hebûn, Sem, Ham û Yafet, hersêk kurên wî zewicî bûn. Yehowa gote Nuh, wekî ew gerekê gemîke mezin ava ke, seva ku ew û malbeta wî ji Sêlavê bêne xweykirinê. Ew gemî gerekê mîna qutiya mezin bûya û ser avê keta. Usa jî Yehowa gote Nuh, wekî ew gerekê heywana tevî xwe bike gemiyê, seva ku ewana jî sax bimînin.

Nuh pêra-pêra destpêkir gemiyê ava ke. Weke 50 sala Nuh û malbeta wî gemî ava dikirin. Ewana gemî usa ava kirin, çawa ku Yehowa wanara got. Wî çaxî Nuh hin jî merivara derheqa Sêlavê gilî dikir. Lê tu kesî guh nedida wî.

Axiriyê wede îda gihîşt, wekî bikevine gemiyê. Werên binihêrin paşê çi qewimî..

“Çawa ku rojêd Nuhda qewimî, hatina Kurê Însan jî wê usa biqewime” (Metta 24:37).