Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 6

Heyşt Meriv yên ku ji Sêlavê Xilaz bûn

Heyşt Meriv yên ku ji Sêlavê Xilaz bûn

Nuh, malbeta wî û heywan ketine gemiyê. Yehowa derê gemiyê dada, û baran destpêbû. Baran usa qayîm dibarî, wekî gemî ser avê ket. Axiriyê temamiya erdê tije av bû. Merivên xirab, yên ku neketine gemiyê, mirin. Lê Nuh û malbeta wî hatine xweykirinê. Bide ber çevê xwe, ewana çiqas şa dibûn, wekî gura Yehowa kirin!

Baran 40 roj û 40 şeva dibarî û paşê sekinî. Paşî wê yekê av hêdî-hêdî dadiket. Xilaziyê, gemî ser çiyê sekinî. Nuh û malbeta wî nikaribûn ji gemiyê derketana, çimkî av hela hê bi temamî daneketibû.

Av hêdî-hêdî dadiket. Nuh û malbeta wî salekê zêdetir gemiyêda bûn. Paşê Yehowa gote wan, wekî ewana dikarin ji gemiyê derên. Ewana gelek ji Yehowa razî bûn, wekî ewî wana xilaz kir. Wana razîbûna xwe Yehowara bi wê yekê dane kifşê, ku wîra qurban anîn.

Yehowa wê yekêra gelek şa bû. Ewî soz da, wekî îda tu car pê sêlavê wê her tiştên ser erdê kuta neke. Seva ku sozê xwe îzbat ke, Yehowa ser ezman keskesor da kifşê. Lê te keskesor dîtiye?

Paşî wê yekê Yehowa gote Nuh û malbeta wî, zara bînin û ser erdê tije bin.

“Nuh kete gemiyê û meriv pê nehesiyan, heta ku lêyî rabû û hemû jî xeniqandin” (Metta 24:38, 39).