Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 7

Birca Babîlonê

Birca Babîlonê

Paşî Sêlavê, Nuhra gelek nebî hatine bûyînê. Neferên wan zêde dibûn û ewana ser erdê bela bûn, çawa ku Yehowa wanara got.

Lê hebûn malbetên usa, yên ku gura Yehowa nekirin. Wana got: “Werên em xwera şeher ava kin û têda bimînin. Û birceke usa ava kin ku bigihîje ezmana. Usa emê bibine navdar”.

Ew yek Yehowa xweş nehat, lema jî ewî safî kir xebata wan bide sekinandinê. Lê tu zanî Yehowa ça wana da sekinandinê? Ewî nişkêva usa kir, wekî wana destpêkir ser cûre-cûre zimana xeber din. Seva wê yekê, ku wana îda hevdu fem nedikirin, wana avakirin da sekinandinê. Ew şeherê ku wana destpêkir ava kin, hate navkirinê Babîlon, çi ku tê hesabê “Levxistin”. Û meriv ji wî şeherî çûn, ewana ser temamiya erdê bela bûn, lê dîsa jî destpêkirin kirên nerast bikin. Gelo hebûn yên usa, ku Yehowa hiz dikirin? Derheqa wê yekê, emê serê dinda pêbihesin.

“Kî xwe bilind bigire, wê bê nimizkirinê, lê kî xwe nimiz bigire, wê bê bilindkirinê” (Lûqa 18:14).