Here Naverokê

Here naverokê

DERS 8

Birahîm û Sarayê Guh Da Xwedê

Birahîm û Sarayê Guh Da Xwedê

Li nêzîkî Babîlê bajarekî bi navê Ûr hebû. Xelkê wê derê ji Yehowa re îbadet nedikir. Wan îbadeta gelek îlahên sexte dikir. Lê li Ûrê zilamek hebû. Wî tenê ji Yehowa re îbadet dikir. Navê wî Birahîm bû.

Yehowa ji Birahîm re got: ‘Mala xwe û merivên xwe bihêle. Here welatê ku ezê nîşanî te bidim.’ Piştre Xwedê ev soz da Birahîm: ‘Ezê te bikim miletekî mezin. Ji ber dilsoziya te, ezê li seranserê dinyayê qenciyê li gelek mirovan bikim.’

Birahîm nizanibû Yehowa wî dişîne ku derê. Lê wî baweriya xwe bi Yehowa anî û guh da wî. Îcar Birahîm, jina wî Sara, bavê wî Terah û biraziyê wî Lût tiştên xwe dan hev û bi hev re ketin rêwîtiyeke dûr û dirêj.

Gava Birahîm 75 salî bû, ew gihîştin welatê ku Yehowa dixwest nîşanî wan bide. Ji wê derê re welatê Kenanê dihat gotin. Li wir Xwedê bi Birahîm re peyivî û ev soz da wî: ‘Ev hemû erdê ku tu li derdora xwe dibînî, ezê bidim zarokên te.’ Lê Birahîm û Sara êdî kal û pîr bûbûn û zarokên wan tune bûn. Di vî halî de, gelo Yehowa çawa soza xwe anî cih?

“Bi baweriyê, gava ku Birahîm hat gazîkirin, da ku here wî cihê ku wê bi mîrasî bistanda, wî li gor peyva Xwedê kir û bêyî ku bizane wê here ku derê, ket rê” (Îbranî 11:8, Mizgînî).