Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 8

Birahîm û Serayê Gura Xwedê Kirin

Birahîm û Serayê Gura Xwedê Kirin

Nêzîkî şeherê Babîlonê şeherekî bi navê Ûr hebû, wî şeherîda meriva cûre-cûre xudan dihebandin, ne ku Yehowa. Lê şeherê Ûrda merivek hebû, yê ku tenê Yehowa diheband. Navê wî Birahîm bû.

Yehowa gote Birahîm: “Mala xwe û bira-pismamên xwe bihêle, rabe here wî erdî, kîjan ku ezê nîşanî te kim”. Paşê Xwedê soz da wî û got: “Ji te wê miletekî mezin pêşda bê û bona xatirê te ezê gelek tiştên baş seva merivên ser temamiya dinyayê, bikim”.

Birahîm nizanibû çira Yehowa gote wî, wekî ew rabe here, lê ewî bi temamî baweriya xwe Yehowa dianî. Lema jî Birahîm, jina wî Sera, bavê wî Têrah û kurê birê wî Lût guh dane Xwedê, hûr-mûrê xwe top kirin û rêketin.

Birahîm 75 salî bû kengê ew û malbeta wî çûne wî ciyî, kîderê ku Yehowa got. Ew erdê Kenanê bû. Wêderê Xwedê tevî Birahîm xeber da û gote wî: “Ew erdê dor-berê te, yê ku tu dibînî, ezê bidime zarên te”. Lê Birahîm û Sera emirda mezin bûn û zarên wan tune bûn. Gelo Yehowa çi kir, seva sozê xwe bîne sêrî?

“Bi baweriyê, . . . Birahîm . . , guhdarî kir, ku here wî ciyê ku wê çawa war bistanda. Û rabû çû, lê nizanibû jî kuda diçe” (Îbranî 11:8).