Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 14

Dîlê ku Xwedêra Amin ma

Dîlê ku Xwedêra Amin ma

Ûsiv yek ji kurên Aqûb bû. Birên wîyî mezin didîtin, wekî Aqûb ji wana gişka zeftir Ûsiv hiz dike. Ça tu dişirmîş dibî, wana çi ser xwe texmîn dikir? Wana dexesî dikir û wî nefret dikirin. Carekê Ûsiv çend xewn dît û derheqa wan xewna birên xwera gilî kir. Ji xeberdana wî wana têderxistin, wekî wedekî usa wê bê, ku ewana gerekê serê xwe ber wî daxin. Gava wana ew yek bihîst, destpêkirin hê zêde wî nefret kin!

Rojekê nêzîkî şeherê Şekemê, birên Ûsiv pezên xwe diçêrandin. Aqûb, Ûsiv şand, wekî pêbihese hela ewana çanin. Wana dîna xwe dayê, wekî Ûsiv berbi wan tê û hevdura gotin: “Hela dîna xwe bidinê, xweyê xewna tê, were em wî bikujin!” Wana wî girtin û avîtine çelê. Lê birakî wan, Cihûda, gote wan: “Wî nekujin, werên em wî çawa dîl bifiroşin!” Û wana Ûsiv ser 20 zîvî firotine bazirganê Midyanî, yên ku diçûne Misirê.

Paşê birên Ûsiv kincê wî hildan, xûna bizinê lêxistin, nîşanî bavê xwe kirin û gotine wî: “Eva kincê kurê te nîne?” Aqûb fikirî, wekî terewila Ûsiv xwarine. Û ji derdê cegerê, êşa giran kete dilê wî. Tu kesî nikaribû êşa wî sivik kira.

Misirêda, Ûsiv çawa dîl firotine Potîfarê nav û deng. Lê Yehowa tevî Ûsiv bû. Potîfar têderxist, wekî Ûsiv xebatçîkî baş e û meriv dikare îtbariya xwe wî bîne. Wede şûnda Potîfar, Ûsiv ser hemû hebûna xwera kifş kir.

Jina Potîfar dît, wekî Ûsiv xortekî bedew û qewat e. Her roj ewê digote Ûsiv, wekî ew serê xwe pêra dayne. Gelo Ûsiv çi kir? Ewî înkar kir û got: “Na! Ew yek nerastî ye. Xweyê min îtbariya xwe min tîne û tu jina wîyî. Hergê ez serê xwe tera daynim, ezê ber Xwedê gunekî mezin bikim!”

Rojekê jina Potîfar dest avîte Ûsiv û xwest zorê wî bike, wekî ew serê xwe pêra dayne. Ewê dest avîte kincê wî, lê Ûsiv ji wê revî. Gava Potîfar vegeriya mal, jina wî got, wekî Ûsiv dixwest dest bavêje wê. Ewê şer avîte wî. Potîfar gelek hêrs ket, lema jî Ûsiv avîte kelê. Lê Yehowa Ûsiv bîr nekir.

“Bin destê Xwedêyî zor ta bin, ku ew wextda we bilind ke” (1 Petrûs 5:6).