Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 16

Îbo Kê Bû?

Îbo Kê Bû?

Şeherê Ûtsêda merivek dima, yê ku Yehowara xizmet dikir. Navê wî Îbo bû. Malbeta wî gelek mezin bû û ew yekî dewletî bû. Ew merivekî merd bû û alî kesîba, jinebiya, û êtîma dikir. Lê ew yek ku Îbo timê qencî dikir, gelo dihate hesabê, wekî ewê tu car rastî tengasiya nehata?

Îbo haş pê tune bû, wekî Şeytan Mîrê-cina timê dîna xwe dide wî. Yehowa, Şeytan pirsî: “Te dîna xwe daye xizmetkarê min Îbo? Tu kes mîna wî ser erdê tune. Ew gura minda ne û hertim tiştên rast dike”. Lê Şeytan got: “Hemikî Îbo wê gura teda be. Çimkî tu wî xwey dikî û kerem dikî. Te erd û bêhesab heywan daye wî. Lê hergê tu her tiştî ji wî bistînî, ewê îda tera xizmet neke”. Yehowa gote wî: “Ez îzinê didim te, wekî Îbo bicêribînî. Tenê emirê wî, ji wî nestîne”. Çira Yehowa îzin da Şeytan, wekî Îbo bicêribîne? Çimkî Ew bawer bû, wekî Îbo wê wîra amin bimîne.

Şeytan destpêkir Îbo bicêribîne û gelek qezî anî serê wî. Ewî cimeta Şebayî şand, wekî ewana dewar û kerên wî bidizin. Paşê ji bo agir hemû pezên wî qir bûn. Cimeta Kildaniyan jî deweyên wî dizîn û merivê, ku dewa dibûne xweyî, kuştin. Paşê qezîke lape giran qewimî. Ew mal kîjanîda zarên Îbo top bibûn, ser wanda hilşiya. Îbo derdê giran dît, lê yeke terk neda Yehowara xizmet ke.

Şeytan dixwest, wekî Îbo hê zêde biçerçire, lema jî ewî bedena wî bi temamî kotî kir. Bedena Îbo gelek dêşiya. Ewî nizanibû çira haqas tişt tê serê wî, lê dîsa jî berdewam dikir Yehowara xizmet ke û amin bimîne. Yehowa ew yek didît û aminiya Îbo qîmet dikir.

Şeytan sê mêr şand, wekî Îbo bicêribînin. Wana gote Îbo: “Tê kifşê te gune kiriye û dixwazî ewê yekê veşêrî. Lema jî Xwedê te ceza dike”. Îbo gote wan: “Min tiştekî xirab nekiriye”. Paşê Îbo fikirî, wekî Xwedê ye meniya kul-derdên wî û got, wekî Xwedê neheqiyê wî dike.

Xortekî cahil bi navê Elîhû guh dida xeberdana wan. Paşê ewî destpêkir xeber de û got: “Hemû xeberdana we nerast e. Yehowa Xwedê gelek zor e û em ewê yekê nikarin bi temamî bidine ber çevê xwe. Ew tu car tiştên xirab nake. Ew her tişt dibîne û alî meriva dike, gava ewana dikevine tengasiya”.

Paşê Yehowa tevî Îbo xeber da û got: “Tu kîderê bûyî gava min erd û ezman çêdikir? Tu çira dibêjî, wekî ez neheqiyê te dikim? Tu xeber didî, lê nizanî çira ew her tişt diqewimin”. Îbo şaşiya xwe fem kir û got: “Ez nerast bûm. Min derheqa te bihîstibû, lê niha ez bi rastî te nas dikim. Tu her tiştî dikarî bikî. Bibaxşîne seva gotinên mine nerast”.

Gava cêribandinên Îbo xilaz bûn, Yehowa wî qenc kir û hê zêde wî xelat kir. Îbo dirêj û bextewar emir kir. Yehowa Îbo kerem kir, çimkî ew hela hê wedê çetinda jî gura wîda ma. Lê tu hazir î çawa Îbo her derecada Yehowara xizmet kî?

“We bona sebira Îbo bihîstiye û we dît, Xudan axiriya wî çawa xêr kir” (Aqûb 5:11).