Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 18

Tûm bi Agir Dişixule

Tûm bi Agir Dişixule

Mûsa 40 sala Midyayêda ma. Ew zewicî û zar wîra hatine bûyînê. Rojekê, Mûsa nêzîkî Çiyayê Sînayê pez diçêrand û tiştekî ecêb dît. Ewî dît, wekî agir tûm ketiye, lê tûm naşewite! Çaxê Mûsa nêzîk bû, wekî binihêre hela çira ew tûm naşewite, ji tûm dengek hat: “Mûsa! Gelek nêzîkî vir nebe. Çarixên xwe bêxe, çimkî tu ser erdê pîroz sekiniyî”. Yehowa bi saya melek tevî wî xeber dida.

Mûsa tirsiya û ser çevê xwe dada. Yehowa got: “Min dît çawa Îsraêlî diçerçirin. Ezê wana ji destê Misiriya xilaz kim û bivime erdekî baş. Tuyê cimeta min ji Misirê derxî”. Bide ber çevê xwe, Mûsa çiqas ecêbmayî ma gava ev yek bihîst!

Mûsa pirsî û got: “Lê hergê cimet pirs ke, kê te şandiye, ez çi bêjime wan?” Xwedê gotê: “Wanara bêje, wekî Yehowa, Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb te şandiye”. Wî çaxî Mûsa got: “Lê hergê ewana guh nedine min?” Yehowa Mûsara da kifşê, wekî wê alî wî bike. Xwedê gote wî, wekî şivdara xwe bavêje erdê. Mûsa şivdar avît û ew bû mer! Çaxê Mûsa poça wî girt, ew dîsa bû şivdar. Yehowa gotê: “Çaxê tu wî keremetî nîşanî wan kî, ewana wê bawer kin, wekî min te şandiye”.

Mûsa got: “Lê ez nikarim zelal xeber dim”. Wî çaxî Yehowa soz da wî: “Ezê te hîn kim çi bêjî û birê te Harûn tevî te bişînim, wekî alî te bike”. Çaxê Mûsa dît, wekî Yehowa tevî wî ye, ewî jin-zarê xwe hilda û vegeriya Misirê.

“Xem nekin ku hûnê çawa yan çi xeber din. Tiştêd ku hûnê xeber din, wê demê wera wê bê dayînê” (Metta 10:19).