Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 19

Sê Belayên Pêşiyê

Sê Belayên Pêşiyê

Îsraêlî pê xebata giran diçerçirandin û çawa dîl didane xebatê. Yehowa Mûsa û Harûn şande bal Firewin, wekî bêjine wî: “Cimeta min berde, wekî beriyêda minra xizmet kin”. Lê Firewinê kubar-babax got: “Minra yeke Yehowa çi dibêje, ez Îsraêliya bernadim”. Paşî wê yekê Firewin zorê Îsraêliya kir, wekî hê zêde bixebitin. Wî çaxî Yehowa Firewin ceza kir. Zanî çi cûreyî? Ewî deh bela anî serê Misiriya. Yehowa gote Mûsa: “Firewin gura min nake. Sibehê zû ewê ber devê Çemê Nîl be. Here cem wî û bêjê, seva wê yekê ku tu cimeta Îsraêl bernadî, Çemê Nîl wê pêda bibe xûn”. Mûsa gura Xwedê kir û çû cem Firewin. Firewin dît, wekî Harûn pê şivdara xwe Çemê Nîl xist û çem bû xûn. Bîna genî ji çem dihat, mesiyê têda mirin û tu kesî nikaribû ava Çemê Nîl vexwe. Lê dîsa jî, Firewin Îsaraêlî bernedan.

Paşî heft roja, Yehowa dîsa Mûsa şande bal Firewin, wekî bêjê: “Hergê tu cimeta min bernedî, Misirêda wê tije beq bin”. Harûn şivdara xwe bilind kir û welat tije beq bûn. Ewana diketine malên meriya, nav cî-nivîn û derdanên wan. Hemû ciya beq bûn. Firewin gazî Mûsa kir û gotê, wekî ew lavaya Yehowa bike, ku vê belayê bide sekinandinê û soz da, wekî wê Îsraêliya berde. Yehowa ew bela da sekinandinê, û Misiriya destpêkirin wan beqên mirî topî ser hev kin. Temamiya welatda bîna genî dihat. Lê vê carê jî, Firewin cimet berneda.

Îjar Yehowa gote Mûsa: “Harûn gerekê şivdara xwe toza erdê xe û ewê bibe vizik, dêmek mêşên biçûk”. Û temamiya welatê Misirêda tije vizik bûn. Cimeta Firewin gote wî: “Ew bela ji Xwedê ye”. Lê wê carê jî Firewin îzin neda, wekî Îsraêlî herin.

“Ezê vî carî destê xwe û qudreta xwe yî di ser her tiştîda ye ji wanra bidim nasîn û wê bizanibin ku, navê min [Yahowa ye, DT]” (Yêremya 16:21).