Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 21

Bela Deha

Bela Deha

Mûsa soz da Firewin, wekî wê îda neyê cem wî. Lê heta biçûya, Mûsa gote Firewin: “Nîvê şevê her nixuriyên Misiriya wê bimirin, çawa nixuriyê Firewin, usa jî nixuriyê xulama”.

Yehowa gote Îsraêliya, wekî xwarina mexsûs hazir kin. Ewî got: “Berx yan bizina yeksalî serjêkin, û xûna wî derê mala xwe xin. Goştê wî ser agir bipêjin û pê nanê şkeva bixwin. Kincê we bira we be, çarixê we bira nigê weda be, seva hazir bin rêkevin. Îşev ezê we aza kim”. Hûn dikarin bidin ber çevê xwe, Îsraêlî çiqas şa dibûn?

Nîvê şevê, melekê Yehowa kete hemû malên Misiriya. Ew mal, rexderiyên kîjanî xûn lêxistî nîbû, nixuriyên wan mirin. Lê ew malên, ku rexderiyên wan xûn lêxistî bûn, melek berra derbaz bû. Nixuriyê her malbeteke Misiriya, ça yên dewletî usa jî yên kesîb mirin. Lê qe zareke Îsraêliya nemir.

Hela hê kurê Firewin jî mir. Firewin îda nikaribû teyax kira. Ewî gazî Mûsa û Harûn kir û gote wan: “Rabin, ji vira derkevin herin. Herin û Xwedayê xwera xizmet kin. Heywanên xwe jî, tevî xwe bivin!”

Gava Îsraêlî ji Misirê derketin, hîv tije bû. Ewana malbet pey malbet, kom pey kom derketin. Xêncî 600 000 mêra usa jî gelek kulfet û zar hebûn. Tevî wan gelek merivên ji miletê din jî derketin, wekî Yehowara xizmet kin. Îjar Îsraêlî bi rastî aza bûn!

Wekî bîr nekirana ça Yehowa wana xilaz kir, ewana gerekê her sal ew xwarina mexsûs hazir kirana. Ew roj hate navkirinê Cejina Derbazbûnê.

“Bona wê yekê min tu kirî padşa, wekî qewata xwe bi te bidime kifşê û navê min temamiya dinyayêda bê gotinê” (Romayî 9:17).