Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 22

Keremet Ber Bera Sor

Keremet Ber Bera Sor

Gava Firewin bihîst, wekî Îsraêlî ji Misirê çûn, ew poşman bû, wekî îzin da wan herin. Ewî ferman da eskerên xwe û got: “Ereba hazir kin, wekî em pey wan kevin! Û îzinê nedine wan, wekî ewana herin”. Firewin tevî eskerên xwe dane pey Îsraêliya.

Yehowa, roj pê stûna ewr, lê şev pê stûna agir, rê nîşanî cimeta xwe dikir. Ewî wana bire berbi Bera Sor û gote wan, wekî çadirên xwe vekin.

Paşî wê yekê Îsraêliya dîtin, wekî Firewin û eskerên wî pey wan ketine. Ewana gelek tirsiyan, çimkî alîkî Bera Sor riya wan girtibû, lê aliyê din eskerên Firewin. Wana destpêkir ser Mûsa bikine qare-qar û gotin: “Emê vira bimirin! Te gerekê me ji Misirê dernexista”. Mûsa gote wan: “Netirsin. Bisekinin û binihêrin çawa Yehowa wê me xilaz ke”. Divînî Mûsa ça baweriya xwe Yehowa anî?

Yehowa gote Îsraêliya, wekî çadirên xwe top kin. Wê şevê Yehowa stûna ewr kire orta Îsraêliya û Misiriya. Aliyê Misiriya terî bû, lê aliyê Îsraêliya ronkayî bû.

Yehowa gote Mûsa, destê xwe dirêjî ser berê ke. Paşê Yehowa temamiya şevê bakî qayîm rakir. Ber bû du para û ortêda rê vebû. Çend Mîlyon Îsraêlî ser erdê zihara orta du dîwarên berêra derbazî berê din bûn.

Eskerên Firewin wê rêra dane pey Îsraêliya û ketine orta berê. Yehowa usa kir, wekî tekerekên erebên wan şkestin û tirs kete dilê Misiriya. Wana kirine qare-qar û gotin: “Ji vira birevin! Çimkî Yehowa dewsa wan, tevî me şer dike”.

Yehowa gote Mûsa: “Destê xwe dirêjî ser berê ke”. Û wê demê dîwarên berê jorda hatin xwarê û eskerên Misiriya bin avêda man. Firewin û eskerên wî avêda xeniqîn, tu kes ji wan xilaz nebû.

Lê ew cimeta mezin ya ku berêra derbaz bû, pê strana pesin didane Xwedê û digotin: “Bistirên Yehowara, çimkî ewî navê xwe pîroz kir, ewî hesp û siyarên wan avîte berê”. Cimetê distira, jin direqisîn û defê dixistin. Ewana gelek şa dibûn, çimkî bi rastî aza bûn.

“Lema jî rûyê me digire ku em bêjin: ‘Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?’” (Îbranî 13:6).