Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 26

Donzdeh Cesûs

Donzdeh Cesûs

Îsraêlî ji Çiyayê Sînayê, beriya Paranêra çûn heta ciyê bi navê Kadeş. Wêderê Yehowa gote Mûsa: “Donzdeh mêra bişîne, ji her qebîlekê merivekî bişîne, wekî cesûsîya erdê Kenanê bikin, ya ku ezê bidime Îsraêliya”. Mûsa 12 mêr jibart û gote wan: “Herin erdê Kenanê û pêbihesin ew erd çawa ye, xweyî deremet e yan bê ber e. Merivên wî erdî qewat in yan sist in, şeherên wan hene yan çadirada dijîn”. Ew 12 cesûs çûne Kenanê, Yêşû û Kaleb jî nav wan cesûsada bûn.

Paşî 40 rojî ewana paşda vegeriyan û tevî xwe hêjîr, hinar û tirî anîn. Cesûsa gilî kir: “Erdê wan baş e, lê ewana gelek qewat in û dîwarê şeherên wan zef bilind in”. Lê Kaleb got: “Em dikarin wana alt kin. Werên em hema niha jî herin!” Tu zanî çira Kaleb usa got? Çimkî Kaleb û Yêşû îtbariya xwe Yehowa dianîn. Lê deh cesûsên din gotin: “Na! Merivên wêderê gelek terikî ne! Me xwe mîna kuliya texmîn dikir ber wana”.

Îsraêlî ber xwe ketin û sist bûn. Wana destpêkir bikine kute-kut û hevra gotin: “Werên em xwera rêberekî din bijbêrin û paşda herin Misirê. Çira em gerekê herin wî cîyî û bêne kuştinê?” Yêşû û Kaleb gotin: “Miqabilî Yehowa ranebin û netirsin. Yehowa wê me xwey ke”. Lê Îsraêliya guh nedane wan. Hela hê wana xwest Yêşû û Kaleb bikujin!

Hingê Yehowa çi kir? Ewî gote Mûsa: “Min haqas tişt bona Îsraêliya kir, lê yeke wana dîsa guh nedidane min. Seva wê yekê ewana wê 40 sala beriyêda bimînin, heta bimirin. Tenê zarên wan, û usa jî Yêşû û Kaleb wê bikevine wî erdî, kîjan min wanra soz daye”.

“Çima hûn usa tirsonek in kêmbawerno?” (Metta 8:26).