Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 27

Ewana Miqabilî Yehowa Derketin

Ewana Miqabilî Yehowa Derketin

Hinek wext şûnda, çaxê Îsraêlî hê beriyêda bûn, Qorax, Datan, Abîram û 250 mêrên din miqabilî Mûsa derketin. Wana gote wî: “Bese, em vestiya ne! Heta kengê tê serwêrtiyê me bikî û Harûn jî kahîntiyê me bike? Yehowa tevî me her kesî ye, ne ku tenê tevî te û Harûn e”. Ew yek Yehowa xweş nehat. Xwedê hesab kir, wekî ewana miqabilî wî rabûn, ne ku miqabilî Harûn û Mûsa.

Mûsa gote Qorax û peyçûyên wî: “Sibê bixûrdanê xwe tevî bixûrê hildin û werên ber konê pîroz. Yehowa wê nîşan ke, ewî kê jibartiye”.

Roja din Qorax û 250 peyçûyên wî çûn, wekî ber konê pîroz rastî Mûsa bên. Wêderê wana bixûr şewitandin, çawa ku kahîna dikirin. Wê demê Yehowa gote Mûsa û Harûn: “Dûrî Qorax û peyçûyên wî bin”.

Çaxê Qorax çû ber konê pîroz, kîderê Mûsa bû, Datan, Abîram û neferên wan nexwestin herin wêderê. Yehowa gote Îsraêliya, wekî xwe dûr bigirin ji çadirên Qorax, Datan û Abîram. Ewana pêra-pêra dûrî wan çûn. Datan, Abîram û neferên wan ber çadirên xwe sekinî bûn. Nişkêva erd vebû û ewana têda çûn. Paşê, ji konê pîroz agir derket, Qorax û 250 peyçûyên wî şewitand.

Paşê Yehowa gote Mûsa: “Şivdara her serwêrên bereka hilde û navê wana ser şivdara wan binivîse. Lê ser şivdara ji bereka Lêwî, navê Harûn binivîse. Wan şivdara dayne konê pîroz û ez kê bijbêrim, şivdara wî wê gul bide”.

Roja din Mûsa her şivdar derxist û nîşanî serwêra kir. Şivdara Harûn gul dabû û ber girtibû. Usa Yehowa îzbat kir, wekî ewî Harûn jibartiye ça kahîn.

“Guhdariya rêberêd xwe bikin û gura wanda bin” (Îbranî 13:17).