Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 28

Kerê Bilam Xeber Dide

Kerê Bilam Xeber Dide

Îsraêlî weke 40 sala beriyêda man. Wana gelek şeher alt kirin. Niha ewana nêzîkî Mowabê cîwar bûne, ber Çemê Ûrdunê. Ew wede bû kengê ewana gerekê biketana Erdê Sozdayî. Balaq, padşê Mowabê ditirsiya, wekî ewana dikarin erd ji wî bistînin. Lema jî ewî mêrekî, navê kîjanî Bilam bû, teglîfî Mowabê kir, wekî ew nifira Îsraêliya bike.

Lê Yehowa gote Bilam: “Nifira Îsraêliya neke”. Lema jî Bilam neçû Mowabê. Balaq Padşa cara duda wî teglîf kir û soz da, wekî her tişt çi ku ew bixwaze wê bide wî. Lê Bilam dîsa jî qayîl nebû. Paşê Xwedê gote wî: “Tu dikarî herî, lê gerekê tenê wê yekê bêjî, çi ku ezê bêjime te”.

Bilam kerê xwe siyar bû û çû berbi Mowabê. Rast e Yehowa gote wî, wekî ew nifira Îsraêliya neke, lê ewî dîsa jî safî kir nifira wana bike. Melekê, Yehowa, weke sê cara ser riya wî sekinî. Bilam melek nedidît, lê kerê wî didît. Cara pêşiyê kengê ker melek dît, ewî riya xwe guhast û çû berbi çolê. Careke din, ker berbi dîwêr çû û nigê Bilam usa sparte dîwêr, wekî hincirand. Cara xilaziyê, ker orta rêda xwe avîte erdê. Her cara Bilam kerê xwe pê dar dikuta.

Paşê Yehowa usa kir, wekî ker destpêkir xeber de. Ker ji Bilam pirsî: “Tu çira min dikutî?” Bilam got: “Te ez kirime pêkenî. Hergê şûr bal min hebûya, minê serê te lêxista”. Ker gote wî: “Ewa îda gelek sal e, ez kerê te me. Qe pêşda min tiştekî usa serê te kiriye?”

Paşê Yehowa usa kir, wekî Bilam melek bivîne. Melek gote wî: “Ne Yehowa pêşda gote te, wekî tu nifira Îsraêliya nekî”. Bilam got: “Erê ez zanim, wekî ez neheq im, lema jî ezê paşda vegerim”. Lê melek gote wî: “Tu dikarî herî Mowabê, lê tenê wê yêkê gerekê bêjî, çi ku Yehowa bêje te”.

Gelo ji wê yekê Bilam xwera ders hilda? Na. Paşî wê yekê jî Bilam sê cara xwest nifira Îsraêliya bike, lê dewsê Yehowa usa kir, wekî ewî dua wana kir. Axiriyêda Îsraêliya Mowab zeft kirin û Bilam hate kuştinê. Gelo wê diha baş nîbûya, hergê Bilam serê-sêrîda gura Yehowa bikira?

“Hevza xwe ji timayê bikin, çimkî emirê însên hebûka wîva girêdayî nîne” (Lûqa 12:15).