Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 31

Yêşû û Cimeta Gîbonî

Yêşû û Cimeta Gîbonî

Elametiya derheqa zeftkirina Erîhayê, hate belakirinê nav temamiya miletê Kenanê. Padşê wan mileta safî kirin tevayî pêşberî Îsraêliya şer kin. Lê Gîbonî pê nêteke din hatine bal Îsraêliya. Ewana kincên kevin xwekirin, hatine bal Yêşû û gotin: “Em ji welatê dûr hatine. Me derheqa Yehowa bihîstiye û derheqa wê yekê, çi ku ewî bona we Misirêda û Mowabêda kir. Soz bidine me, wekî hûnê me nekujin û emê bibine berdestiyên we”.

Yêşû baweriya xwe wana anî û qayîl bû wana nekuje. Paşî sê roja Yêşû pêhesiya, wekî ewana ne ji welatê dûr in, lê ji welatê Kenanê ne. Yêşû wana pirsî: “Çira we em xapand in?” Wana got: “Em ji we tirsiyan! Em zanin, wekî Yehowa Xwedayê we bona we şer dike. Lava dikin me nekujin”. Yêşû sozê xwe anî sêrî û îzin neda, wekî ewana bêne kuştinê.

Paşî wê yekê, pênc padşên Kenanê û eskerên wan xwestin Gîboniya zeft kin. Lê Yêşû û eskerên wî temamiya şevê rê ketibûn, seva ku Gîboniya xilaz kin. Sibehê zû şerê wan destpêbû. Kenanî revîn, wekî xwe xilaz kin, lê Yehowa teyroka qayîm ser wanda barand. Paşê Yêşû ji Yehowa lava kir, wekî ro neçe ava. Çira Yêşû ji Yehowa hîvî kir, wekî tiştekî usa bike, çi ku tu car neqewimîbû? Çimkî ewî baweriya xwe Yehowa dianî. Heta ku Îsraêliya tevî padşên Kenaniya û eskerên wan şer dikirin, temamiya wê rojê, ro nediçû ava.

“Bira gotina we bibe ‘belê-belê’ yan jî ‘na-na’. Ji vê zêdetir ji Mîrêcin e” (Metta 5:37).