Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 33

Rût û Nahomî

Rût û Nahomî

Çaxê Îsraêlêda birçîbûn bû, kulfeteke Îsraêlî bi navê Nahomî, tevî mêrê xwe û du kurên xwe çûne Mowabê. Wede şûnda mêrê Nahomiyê mir. Du kurên wê qîzên Mowabî standin, navê wan Rût û Orpa bû. Lê yazix, paşê du kurên wê jî mirin.

Kengê Nahomî bihîst, wekî Îsraêlêda birçîbûn xilaz bû, ewê safî kir vegere mala xwe. Rût û Orpa tevî wê rêketin, lê rêva Nahomiyê gote wan: “Hûn jinên baş bûn bona kurên min û bûkên baş bona min. Ez dixwazim, wekî hûn dîsa mêr kin. Vegerin û herin Mowabê, malên xwe”. Wana gote wê: “Em te hiz dikin! Em naxwazin te bihêlin”. Nahomiyê dîsa jî digote wan, wekî ewana vegerin. Axiriyêda Orpa vegeriya, lê Rût ma. Nahomiyê gote wê: “Dibînî Orpa vegeriya bal cimeta xwe û xudanên xwe. Tu jî tevî wê here”. Lê Rût gote wê: “Ez te nahêlim. Cimeta te wê bibe cimeta min û Xwedayê te wê bibe Xwedayê min”. Ça tu dişirmîş dibî, Nahomiyê çi ser xwe texmîn kir, çaxê Rût jêra usa got?

Rût û Nahomî gihîştine Îsraêlê, çaxê destpêkirina cehdirûnê bû. Rojekê, Rût çû zeviyê, wekî simbila top ke, çi ku paşî xebatçiya mabû. Ew zeviya Bowaz bû, kurê Rexabê. Ewî bihîstibû, wekî Rût ji Mowabê ye û ewê xasiya xwe rojên çetinda tenê nehîşt. Ewî gote xebatçiyên xwe, wekî pey xwe hê zêde simbila bihêlin, seva ku Rût top ke.

Êvarê, Nahomiyê ji Rût pirsî: “Îro te zeviya kêda top dikir?” Rût got: “Ew zeviya Bowaz bû”. Nahomiyê gote Rût: “Bowaz merivê mêrê min e. Berdewam ke tevî jinên din zeviya wîda top ke, çimkî wêderê tuyê xweykirî bî”.

Rût berdewam dikir zeviya Bowazda top ke, heta ku topkirina cehdirûnê xilaz bû. Bowaz dîna xwe dayê, wekî Rût xebatê natirse û kulfeteke gelek baş e. Wan çaxa, gava mêrê kesekî dimir û zureta wan tune bû, yek ji merivên mêrê wê jinebiyê gerekê ew bistanda. Lema jî Bowaz xwera Rût jintî anî. Wanara kurek bû, wî nav kirin Ovêd, axiriyêda ew bû kalikê Dawid Padşa. Hevalên Nahomî gelek şa bûn. Wana got: “Yehowa tera Rût şand, wekî piştgiriya te bike, lê niha nebî tera bû. Bira navê Yehowa rûmet be”.

“Lê heval jî hene ji birakî çêtir in” (Metelok 18:24).