Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 34

Gîdeyon Midyana Alt Dike

Gîdeyon Midyana Alt Dike

Wede şûnda Îsraêliya pişta xwe dane Yehowa û destpêkirin serê xwe ber xudanên qelp daynin. Heft sala Midyana heywanên Îsraêliya zeftî xwe dikir û ziyan didane zeviyên wan. Îsraêlî ji tirsa Midyana, xwe ser çiya û şkeftada vedişartin. Wana ji Yehowa lava dikir, wekî alî wan bike. Yehowa duayên wan bihîst û melek şand bal mêrekî cahil, navê kîjanî Gîdeyon bû. Melek gote wî: “Yehowa te jibart, wekî tu cimeta wî xilaz kî”. Gîdeyon got: “Çawa ez dikarim Îsraêliya xilaz kim? Ne ez tu tişt nînim”.

Çawa Gîdeyon dikaribû îzbat bûya, wekî Yehowa hema wî jibartiye, seva Îsraêliya xilaz ke? Ewî hine hirî hilda, danî ser erdê û gote Yehowa: “Hergê sibehê zû avî tenê ser hiriyê be, lê erdê dor-ber ziha be, wî çaxî ezê bizanibim, wekî te min jibartiye, ku Îsraêliya xilaz kim”. Sibehê zû hirî bi avî tije bû, lê erdê dor-ber ziha bû! Lê Gîdeyon dîsa carekê ji Yehowa hîvî kir, wekî vê carê hirî ziha be, lê erd şil be. Roja din hema usa jî qewimî û vê carê Gîdeyon îzbat bû, wekî Yehowa wî jibartiye. Lema jî ewî eskerên Îsraêliya top kir, wekî pêşberî Midyana şer ke.

Yehowa gote Gîdeyon: “Ezê usa bikim, wekî Îsraêlî ser Midyana kevin. Lê çimkî eskerên te gelek in, tu dikarî bifikirî, wekî hûn pê qewata xwe serketin. Lema jî bêje wan meriva yên ku ditirsin, bira vegerine malên xwe”. Paşî wê yekê 22 000 esker vegeriyane malên xwe, lê 10 000 man. Yehowa dîsa jî gote Gîdeyon: “Eskerên te hela hê gelek in. Wana bive ber kaniyê û bêje wan bira ava kaniyê vexwin. Ew mêr, yên ku wedê vexwarina avê dor-berê xwe binihêrin, wekî dijmin nêzîkî wan nebin, tenê wan mêra tevî xwe bive”. Wî çaxî tenê 300 mêra wedê vexwarina avê dor-berê xwe nihêrîn.

Wê şevê Yehowa gote Gîdeyon: “Niha ew wede ye, wekî miqabilî Midyana derkevî!” Gîdeyon borî, kûpên mezin, kîjanada pitîl hebû da destê her eskerekî xwe û gote wan: “Min binihêrin û wê yekê bikin, çi ku ezê bikim”. Gîdeyon boriyê xist, kûpê xwe şkênand, pitîla xwe hilbirî û bi dengê bilind got: “Şûrê Yehowa û yê Gîdeyon!” Sêsid eskerên wî hema usa kirin, çawa ku ewî kir. Eskerên Midyana tirsiyan û destpêkirin birevin. Ewana usa tevîhev ketin, wekî gihîştine hev û destpêkirin hevdu bikujin. Vê carê jî, Yehowa alî Îsraêliya kir, wekî ewana dijminên xwe alt kin.

“Wekî bê kifşê ku zorayiya qewatê ji Xwedê ye, ne ku ji me” (2 Korintî 4:7).