Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 35

Hanna Dua Dike ku Jêra Kur Bibe

Hanna Dua Dike ku Jêra Kur Bibe

Bal mêrekî Îsraêlî, navê kîjanî Elkana bû, du jin hebûn, Hanna û Pênîna. Ewî Hanna hê zêde hiz dikir. Gelek zarên Pênînê hebûn, lê Hanna bêzuret bû, lema jî Pênîna her gav ser wê dikeniya. Her sal Elkana tevî malbeta xwe diçûne Şîlo, wekî konda serê xwe ber Yehowa daynin. Carekê çaxê ewana wêderê bûn, ewî texmîn kir, wekî jina wîye hizkirî medekirî ye. Ewî gote wê: “Hanna, lava dikim, negirî. Ne ez kêleka te me, ez te hiz dikim”.

Wede şûnda Hanna çû, wekî dua bike. Ew kele-kel digiriya û duada pê hêsira alîkarî ji Yehowa dixwest. Ewê soz da û got: “Yehowa, hergê tu kurekî bidî min, ezê wî tesmîlî te bikim û ewê temamiya emirê xwe tera xizmet ke”.

Çaxê Elî Serekkahîn dît, wekî Hanna dike birme-birm, ewî tirê ew vexwarî ye. Hannayê gote wî: “Na, axayê min, ez vexwarî nînim. Derdekî minî giran heye, û ez Yehowara derheqa derdê xwe gilî dikim”. Elî fem kir, wekî ew nerast bû, lema jî gote wê: “Bira Xwedê bide te ew, çi ku tu ji wî dixwazî”. Dilê Hannayê rihet bû û ew paşda vegeriya mal. Paşî vê yekê salek jî temam nebû, kur jêra bû û navê wî danîn Samûyêl. Tu dikarî bidî ber çevê xwe, Hanna çiqas şa dibû?

Hannayê derheqa sozê xwe bîr nekir, ya ku ewê Yehowara dabû. Gava Samûyêl ji şîr hate qetandinê, ewê wî bire konê pîroz, wekî ew Xwedêra xizmet ke. Ewê gote Elî: “Ewa ye ew zarok, kîjan min ji Yehowa lava dikir. Ez wî tesmîlî Yehowa dikim”. Her sal Elkana û Hannayê serîk Samûyêl dixistin û kincên teze wîra dianîn. Yehowa, Hanna kerem kir bi wê yekê, ku dîsa sê kur û du qîz da wê.

“Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin” (Metta 7:7).