Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 38

Yehowa Qewatê Dide Şimşon

Yehowa Qewatê Dide Şimşon

Nîvê zef ji Îsraêliya dîsa destpêkirin serê xwe ber pûta daynin. Seva wê yekê Yehowa îzin da, wekî Filistî erdê wan bikin bin destê xwe. Lê nava Îsraêliyada hebûn merivên usa, yên ku Yehowara amin diman. Navê yekî Manoah bû, û zarên wî tune bûn. Rojekê Yehowa melek şand bal jina Manoah. Melek gote wê: “Kur wê tera bibe. Ewê Îsraêliya ji destê Filistiya xilaz ke. Ew wê bibe Nezîr”. Lê tu zanî, kîjan meriv dihatine hesabê Nezîr? Ewana xizmetkarên mexsûs bûn ber Yehowa. Îzina wan tune bû porê xwe bibirin.

Paşî wê yekê Manoah û jina wîra kur hate bûyînê û wana navê wî danîn Şimşon. Heta Şimşon mezin dibû, Yehowa gelek qewat dida wî. Bide hesabê xwe, wekî ewî dikaribû destvala şêr bikuşta. Carekê Şimşon 30 Filistî derbekêra kuşt. Filistiya usa Şimşon nefret dikirin, wekî mecal digeriyan wî bikujin. Şevekê, çaxê Şimşon şeherê Gazda malekêda raza bû, Filistî hatine ber dergehê wî şeherî û hîviya wî bûn, wekî sibehê zû wî bigirin û bikujin. Lê nîvê şevê Şimşon hişyar bû û çû ber dergehê şeher. Ewî dergehê şeher ji dîwêr rakir, danî ser pişta xwe û bire ser çiyê, ya ku nêzîkî Hebronê bû!

Wede şûnda Filistî çûne bal hizkiriya Şimşon, Delîlayê, û gotine wê: “Hergê tu bona me pêbihesî, ji ku haqas qewata Şimşon heye, emê gelek pere bidine te. Em dixwazin wî bigirin û bavêjine kelê”. Delîlayê gelek dixwest pera bistîne, lema jî qayîl bû alî wan bike. Serîda Şimşon nedigote wê, qewata wî ji ku ye. Lê ewê haqas dikire kute-kut, wekî Şimşon îda nikaribû teyax kira û jêra got, çi ku îzin tunebû bigota. Ewî gote wê: “Porê min tu car nehatiye birînê, çimkî ez Nezîr im. Hergê porê min bê birînê, ezê qewata xwe unda kim”. Şimşon şaşîke mezin berda, gava Delîlayêra derheqa wê yekê gilî kir!

Delîlayê Filistiyara got: “Ez pêhesiyam qewata wî çida ne!” Delîlayê serê Şimşon danî ser çokê xwe û wî da razandinê. Ewê gote wan mêra, wekî porê wî bibirin. Delîlayê bi dengê bilind got: “Şimşon, Filistî vira ne!” Şimşon hişyar bû, lê qewat wîda tunebû. Filistiya ew girtin, çevê wî derxistin û avîtine kelê.

Carekê bi hezara Filistî paristgeha xudanê xweyî Dagonda top bibûn. Wêderê wana bi dengê bilind digotin: “Xudanên me Şimşon dane destê me! Wî bînine vira, wekî em ser bikenin!” Wana wî kirine orta du stûna, ser kîjana ew avayî sekinî bû û qerfê xwe wî dikirin. Şimşon lava Yehowa kir û got: “Ya Yehowa, lava dikim, dîsa carekê qewatê bide min”. Lê wî çaxî porê Şimşon hevekî dirêj bibû. Bi hemû qewata xwe ewî du stûnên paristgehê def da û temamiya avayî hilşiya. Şimşon û her merivên paristgehêda mirin.

“Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13).