Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 39

Padşê Pêşin Îsraêlêda

Padşê Pêşin Îsraêlêda

Yehowa bona Îsarêliya hakim kifş dikirin, wekî rêberiya wan bikin, lê cimeta Îsraêlî xwestin, wekî padşê wan hebe. Wana gote Samûyêl: “Hemû miletên, ku dor-berê me dijîn, padşê wan hene. Em jî dixwazin”. Ber çevê Samûyêl ew yek xirab hate kifşê, lema jî ewî destpêkir Yehowara dua bike. Yehowa gote wî: “Ew cimet ne ku te înkar dike, ewana min înkar dikin. Bêje wan, hergê padşê wan hebe, ewê gelek tişt ji wana dewa bike”. Lê dîsa jî cimetê gote wî: “Bona wê yekê em xema nakin. Em dixwazin, wekî padşê me hebe!”

Yehowa gote Samûyêl, wekî Şawûl gerekê bibe padşê pêşin. Carekê Şawûl çû şeherê Ramê, wekî Samûyêl bivîne. Hingê Samûyêl rûn ser serê Şawûlda kir û ew hate kifşkirinê ku bibe padşa.

Paşê Samûyêl gazî temamiya cimetê kir, wekî padşê teze nîşanî wan ke. Lê wana tu cîkî nikaribûn Şawûl bidîtana. Zanî çima? Çimkî ewî xwe veşart. Gava wana Şawûl dît, wana wî kire orta cimetê. Şawûl gişka bilindtir bû û yekî gelek bedew bû. Samûyêl got: “Dîna xwe bidinê, Yehowa kê bona we jibart”. Gava cimet padşa dît, ewana gelek şa bûn.

Serîda Şawûl Padşa guh dida Samûyêl û rêberiya Yehowa. Lê axiriyêda ew hate guhastinê. Mesele, bi qanûnê îzina Padşê tune bû, wekî qurbanê bîne. Carekê Şawûl gerekê hîviya Samûyêl bûya, wekî ewî qurban bida. Lê Şawûl lez ket û pêşiya hatina Samûyêl, qurban da. Nihêrandina Samûyêl ser wê yekê çi cûreyî bû? Ewî gote Şawûl: “Te guh neda Yehowa û te tiştekî nerast kir”. Gelo Şawûl ji wê şaşiya xwe xwera ders hilda?

Paşî wê yekê, çaxê Şawûl pêşberî Amalêkiya çû şer, Samûyêl temî da Şawûl, wekî tu kesî sax nehêle. Lê Şawûl Agag Padşa sax hîşt. Yehowa gote Samûyêl: “Şawûl pişta xwe da min û guh neda temiyên min”. Samûyêl ber xwe ket û gote Şawûl: “Seva wê yekê ku tu guh nadî Yehowa, ewê dewsa te padşakî din bijbêre”. Gava Samûyêl vegeriya ku here, Şawûl dest avîte pêşa wî, pêşa wî qelişî lê destê wîda nema. Paşê Samûyêl gote Şawûl: “Çawa pêşa min ji destê te derket, usa jî Yehowa wê padşatiyê ji te bistîne”. Yehowa safî kir padşatiyê bide wî merivî, yê ku wê wî hiz bike û gura wîda be.

“Guhdayîn ji qurbanê çêtir e” (1 Samûyêl 15:22, DT).