Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 41

Dawid û Şawûl

Dawid û Şawûl

Paşî wê yekê, kengê Dawid Golyat kuşt, Şawûl Padşa wî kifş kir ça sereskerê ordiya xwe. Dawid gelek şerada serdiket û bû yekî navdar. Her cara gava Dawid paşî şer vedigeriya mal, jin derdiketin, pêşiya wî direqisîn û distiran: “Şawûl hezara kuşt, lê Dawid deh hezara!” Şawûl hevsûdî Dawid kir û dixwest wî bikuje.

Dawid gelek baş çengê dixist. Carekê, kengê Dawid bona Şawûl çengê dixist, Şawûl rimê xwe avîte wî. Dawid pêra gîhand xwe dûr xe û rim dîwêrda rûnişt. Paşî wê yekê Şawûl dîsa gelek car mecal digeriya, wekî Dawid bikuje. Axiriyê Dawid revî û beriyêda xwe veşart.

Şawûl 3 000 eskerên xwe hilda û çû, wekî Dawid bigere. Usa qewimî, wekî Şawûl kete wê şkeftê, kîderê Dawid û eskerên wî xwe veşartibûn. Eskerên Dawid bi dengê nimiz gotine wî: “Mecal tera hate dayînê, tu dikarî Şawûl bikujî”. Dawid dizîkava nêzîkî Şawûl bû û pêşa kincê wî birî. Şawûl ne jî texmîn kir. Paşî vê yekê, Dawid ber xwe diket, çimkî ewî hindava Şawûl Padşa, yê ku jibartiyê Yehowa bû, qedir nîşan nekir. Dawid îzin neda eskerên xwe, wekî ewana Şawûl bikujin. Gava Şawûl ji şkeftê derket, Dawid kire gazî û gote wî, wekî mecala wî hebû wî bikuje, lê ewî usa nekir. Gelo paşî wê yekê Şawûl nihêrandina xwe hindava Dawid guhast?

Na. Ewî dîsa jî mecal digeriya, wekî Dawid bikuje. Şevekê Dawid tevî kurê xûşka xwe Abîşe, dizîkava kete nava çadirên eskerên Şawûl. Berdestiyê Şawûl, Abner xewra çûbû. Abîşe gote Dawid: “Ewa mecaleke baş e! Bihêle ez wî bikujim”. Dawid gote wî: “Yehowa wê xwexa wî ceza ke. Werê em tenê rimê wî û kûpê wîyî avê hildin û herin”.

Dawid hilkişiya ser çiyakî, ji kîderêva Şawûl û eskerên wî dihatine kifşê. Ewî bi dengê bilind kire gazî: “Abner, çima tu miqatî padşê xwe nabî? Rim û kûpê ava wî kîderê ye?” Şawûl dengê Dawid nas kir û got: “Te dikaribû min bikuşta, lê te ew yek nekir. Ez zanim, wekî paşî min tuyê bibî padşê Îsraêlê”. Paşî wê yekê Şawûl vegeriya mala xwe. Lê ne her kes ji malbeta Şawûl, Dawid nefret dikir.

“Çiqas ji dest we tê, tevî hemû meriva edilayiyêda bin. Heyfê hilnedin, delalno, lê cî bidine hêrsa Xwedê” (Romayî 12:18, 19).