Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 42

Yonatanê Mêrxas û Amin

Yonatanê Mêrxas û Amin

Yonatan kurê Şawûlî mezin, eskerekî mêrxas bû. Carekê Dawid ser wî got, wekî ew teyra zûtir e û şêra qewattir e. Rojekê Yonatan 20 eskerên Filistî ser bilindcîkî dît. Ewî gote berdestiyê xwe: “Tenê wî çaxî emê pêşberî wan derên, gava Yehowa nîşanekê bide me. Hergê Filistî mera bêjin hilkişin cem me, emê fem kin, wekî em gerekê hicûmî ser wan kin”. Û wî çaxî Filistiya kirine gazî: “Hilkişine cem me û tevî me şer kin”. Yonatan û eskerên wî derbêra hilkişiyan ser wî bilindcî û ew esker alt kirin.

Yonatan kurê mezin bû, lema jî ew gerekê paşî bavê xwe Şawûl, bibûya padşa. Lê Yehowa Dawid kifş kir, wekî paşî Şawûl bibe padşa. Rast e, Yonatan derheqa wê yekê zanibû, lê ewî çevnebarî Dawid nedikir. Dewsê, Yonatan û Dawid bûne hevalê nêzîk. Wana soz da hev, wekî wê piştgiriya hevdu bikin. Çawa nîşan, Yonatan kinc, şûr, tîr û kembera xwe da Dawid.

Kengê Dawid xwe ji Şawûl vedişart, Yonatan hate bal Dawid û gote wî: “Netirse û mêrxas be. Yehowa te jibartiye, wekî tu bibî padşa. Hela hê bavê min jî ewê yekê zane”. Lê tu jî naxwazî, wekî hevalekî te usa baş, mîna Yonatan hebe?

Yonatan gelek car seva hevalê xwe emirê xwe dikire bin qeziyê. Ewî zanibû, wekî Şawûl dixwest Dawid bikuje, lema gote bavê xwe: “Ew nerast e, wekî tu dixwazî Dawid bikujî. Ne ewî tiştekî xirab nekiriye!” Wî çaxî Şawûl gelek hêrs ket ser Yonatan. Çend sal şûnda Şawûl û Yonatan şerda mirin.

Paşî mirina Yonatan, Dawid kurê wî Mefîboşet, geriya û gava wî dît, gotê: “Bavê te hevalê minî nêzîk bû, lema jî ezê temamiya emirê te miqatî te bim. Tê mala minda bimînî û ser text-sifrekê tevî min nan bixwî”. Dawid tu car hevalê xwe Yonatan bîr nedikir.

“Hevdu hiz bikin, çawa ku min hûn hiz kirin. Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune, ku yek emirê xwe ber dostêd xweva bide” (Yûhenna 15:12, 13).