Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 45

Padşatî Dibe du Para

Padşatî Dibe du Para

Heta ku Silêman Yehowara xizmet dikir, Îsraêlêda edilayî hebû. Lê Silêman gelek jinên ji miletên din xwera dianîn, kîjana pût dihebandin. Hêdî-hêdî, Silêman hate guhastinê û ewî jî destpêkir pûta bihebîne. Yehowa gelek ser Silêman hêrs ket û gote wî: “Ezê padşatiyê ji te bistînim û bikim du para. Ezê para lape mezin bidime xulamê te, lê zureta te wê tenê ser pareke biçûk padşatiyê bike”.

Yehowa bi cûrekî mayîn jî safîkirina xwe da kifşê. Carekê xulamekî Silêman, Yerovam, rêva rastî pêxember Ahiya hat. Ahiya kinca xwe kire 12 para û gote Yerovam: “Yehowa wê padşatiya Îsraêlê ji zureta Silêman bistîne û bike du para. Dehe para hilde, çimkî tu yê bibî padşê dehe bereka”. Gava Silêman Padşa derheqa wê yekê bihîst, ewî xwest Yerovam bikuje! Lema jî Yerovam revî Misirê. Wede şûnda Silêman mir û kurê wî Rehobowam bû padşa. Wî çaxî Yerovam fikirî, wekî dikare vegere Îsraêlê, çimkî emirê wî îdî bin qeziyêda nîbû.

Rûspiyên Îsraêlê gotine Rehobowam: “Hergê tu hindava cimetê baş bî, ewana wê tera amin bin”. Lê hevalên Rehobowam, yên cahil, gotine wî: “Tu gerekê hindava cimetê sert bî! Zorê cimetê bike, wekî hê zef bixebitin!” Rehobowam gura hevalên xweyî cahil kir. Ew gelek sert bû hindava cimetê, lema jî dehe berekên Îsraêlê pêşberî wî rabûn. Wana Yerovam kirine padşê xwe, û ev padşatiya ser dehe bereka hate navkirinê padşatiya Îsraêlê. Lê du berekên din, yên ku Rehobowamra amin man, hatin navkirinê padşatiya Cihûda. Wî cûreyî 12 berekên Îsraêlê hatine parevekirinê.

Yerovam nedixwest, wekî cimeta wî here paristgeha Orşelîme seva xizmetkirinê. Gelo çira? Çimkî ew şeher bin padşatiya Rehobowamda bû û Yerovam ditirsiya, wekî cimet dikare pişta xwe bide wî û aliyê Rehobowam bigire. Lema jî Yerovam du golikên zêr çêkir û gote cimetê: “Orşelîm gelek dûr e. Hûn dikarin vira xizmetiya xwe bînin sêrî”. Cimetê destpêkir serê xwe ber golikên zêr dayne û dîsa Yehowa bîr kirin.

“Tevî nebawera nekevine binê nîrekî. Çi karê heqiyê tevî neheqiyê heye?  . . . Yan çi par nava bawermenda û nebawerada heye?” (2 Korintî 6:14, 15).