Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 46

Yehowa Eyan kir, wekî Ew e Xwedayê Rast

Yehowa Eyan kir, wekî Ew e Xwedayê Rast

Gelek padşên dehe berekên padşatiya Îsraêl, xirab bûn, lê Ahab padşa gişka xirabtir bû. Ewî jineke bi navê Îzabêl stand, kîjanê xudanê qelp Bael, diheband. Ahab û Îzabêl cimet hîn kirin, wekî serê xwe ber Bael daynin û wana pêxemberên Yehowa dikuşt. Lê seva wê yekê Yehowa çi kir? Ewî pêxemberê xwe Êlyas şand, wekî ew elametiya wî derbazî Ahab ke.

Êlyas gote Ahab Padşa, wekî seva zulmiya wî Îsraêlêda baran wê sê sala nebare. Sê sala zêdetir zevî şîn nedibûn û cimet birçîna dimir. Yehowa gote Êlyas, wekî here bal Ahab. Gava padşa wî dît, gote wî: “Tu yî, meniya her cefên me! Rûyê teda em ketine wî halî!” Êlyas caba wî da û got: “Rûyê minda nîne, wekî bêbaranî ye. Ew rûyê weda ye, çimkî hûn serê xwe ber Bael datînin. Cimet û pêxemberên Bael ser çiyayê Karmel top kin û emê bicêribînin, kê ye Xwedayê rast”.

Cimet ser çiyê top bû. Û Êlyas gote wan: “Ser hişê xweda werên. Hergê Yehowa ye Xwedayê rast, pey wî herin, lê hergê Bael e, pey wî herin. Werên em bicêribînin. Bira 450 pêxemberên Bael qurbanê hazir kin û gazî xudanê xwe bikin. Ezê jî qurbanê hazir kim û gazî Yehowa kim. Kê agir ji ezman bişîne ser qurbanê, ew e Xwedayê rast”. Cimet qayîl bû.

Pêxemberên Bael qurban hazir kirin. Temamiya rojê wana gazî xudanê xwe dikirin: “Wey, Bael, caba me bide!” Lê Bael cab nedida û Êlyas qerfê xwe wana dikir. Ewî digot: “Hê qayîm bikine qare-qar. Dibek ew razaye, û lazim e, wekî kesek wî hişyar ke”. Terî kete erdê, lê pêxemberên Bael berdewam dikirin gazî wî kin. Lê ewî dîsa jî cab nedida.

Êlyas qurbana xwe danî ser gorîgehê û gelek av serda kir. Paşê ewî dua kir û got: “Ya Yehowa, lava dikim bira cimet bivîne, wekî tu yî Xwedayê rast”. Hema vê demê Yehowa agir ji ezman şande ser qurbanê. Cimetê bi dengê bilind got: “Yehowa ye, Xwedayê rast!” Êlyas got: “Nehêlin, wekî pêxemberên Bael birevin û xwe veşêrin!” Wê rojê 450 pêxemberên Bael hatine kuştinê.

Gava ser berêra ewrekî biçûk hate kifşê, Êlyas gote Ahab: “Wê lêyî bikişe. Zû ereba xwe siyar be û here mal”. Wê demê ewrê reş top bû û barana qayîm destpêbû. Paşî wê yekê hişkayî xilaz bû. Ahab pê ereba xwe leze-lez rê ket. Bi alîkariya Yehowa, Êlyas ji erebê zûtir direviya! Gelo çetinayên Êlyas xilaz bûn? Were em bivînin.

“Bira meriv bizanibin ku navê te Yehowa ye, û li ser temamiya erdê yê Hêrî Jorin tenê tu yî” (Zebûr 83:18, DT).