Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 48

Kurê Jinebî Hate Saxkirinê

Kurê Jinebî Hate Saxkirinê

Çaxê Îsraêlêda bêbaranî bû, Yehowa Êlyasra got: “Here Sereptê. Wêderê jinebîk wê xwarinê bide te”. Ber derê şeher Êlyas jineke kesîb dît, ya ku dar top dikir. Ewî av ji wê xwest. Ew kulfet çû avê wîra bîne, lê heta ew diçû Êlyas kire gazî û got: “Lava dikim, hine nan jî bîne”. Lê jinebiyê got: “Nanê min tune. Bal min tenê hine ar û rûn maye, ewa wê ancax têra min û kurê min bike”. Êlyas gote wê: “Yehowa soz dide, hergê tu hine nan bona min bipêjî, ar û rûnê te wê kuta nebe, heta bêbaranî xilaz be”.

Jinebî çû mal û destpêkir, seva pêxemberê Yehowa nan bipêje. Wî wedê çetin mala jinebiyêda her gav xwarin hebû, çawa Yehowa soz dabû. Ar û rûnê wê xilaz nedibû.

Paşê ewê jinebiyê derdekî giran dît. Kurê wê gelek nexweş ket û mir. Ewê lava Êlyas kir, wekî alî wê bike. Êlyas zar ji destê wê hilda û bire otaxa jorê. Ewî zar danî ser cî-nivîna û destpêkir dua bike: “Yehowa, lava dikim, zarê sax ke”. Tu zanî çira ew yek wê ecêbmayî bûya, hergê Yehowa ew keremet bikira? Çimkî çawa em zanin, tu kes pêşda ji mirinê nehatibû saxkirinê. Hin jî jinebî û kurê wê Îsraêlî nîbûn.

Lê dîsa jî zarok hate saxkirinê! Êlyas gote jinebiyê: “Binihêre! Kurê te vegeriya jîyînê”. Dê gelek şa bû û gote Êlyas: “Niha ez zanim, wekî tu ji Xwedê hatî. Û her tişt, çi ku tu dibêjî ji Xwedê ye û ew têne sêrî”.

“Dîna xwe bidine qarqara, ne direşînin, ne didirûn û ne jî embar yan kîlerêd wan hene, lê Xwedê risqê wan digihîne. Hûn çiqasî ji teyreda qîmettir in” (Lûqa 12:24).