Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 52

Ordiya Yehowaye Agir

Ordiya Yehowaye Agir

Padşê Sûryayê Ben-hadad berdewam dikir pêşberî Îsraêliya derê. Lê her car Êlîşa pêxember derheqa wê yekê elamî padşê Îsraêlê dikir û padşa dikaribû xwe dûrî dijmina bigire. Lema jî Ben-hadad dixwest Êlîşa bigirta. Ew pêhesiya, wekî Êlîşa şeherê Dotanêda ne, ewî eskerên xwe şande wêderê, wekî wî bigirin.

Êvarê eskerên Sûryayê gihîşte Dotanê. Sibehê zû xulamê Êlîşa derket derva û dît, wekî eskera dor-berê şeher girtine. Ew gelek tirsiya û kire gazî: “Êlîşa em çi bikin?” Êlîşa gote wî: “Yên ku tevî me ne diha zef in, ne ku yên tevî wan”. Wê demê Yehowa usa kir, wekî xulamê Êlîşa ser çiyayên dor-berê xwe, hesp û erebên agir dît.

Gava eskerên Sûryayê xwestin Êlîşa bigirin, ewî ji Yehowa alîkarî xwest. Nişkêva Yehowa usa kir, wekî esker tevîhev bûn û fem nedikirin kîderê ne. Êlîşa gote eskera: “We ciyê xwe şaş kiriye û hûn hatine şeherekî din. Pey min werên û ezê we bivim bal wî merivî, kîjanî hûn digerin”. Ewana pey Êlîşa heta Sameriyê çûn, kîderê padşê Îsraêlê dijît.

Çaxê eskerên Sûryayê fem kirin ewana kîderê ne, îda gelek dereng bû. Padşê Îsraêlê ji Êlîşa pirsî: “Ez wana bikujim?” Gelo Êlîşa xwest ewê mecalê bide xebatê, seva heyfê weke? Na. Êlîşa got: “Wana nekuje. Xwarinê bide wan û paşda bişîne”. Padşa wana têr kir û şande mala wan.

“Em li ber Xwedê rûsipî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14).