Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 53

Mêrxasiya Yehoyad

Mêrxasiya Yehoyad

Atalya qîza Îzabêlê bû, ya ku mîna diya xwe gelek zulm bû. Mêrê Atalyayê padşê Cihûdê bû. Çaxê mêrê wê mir, kurê wê ciyê bavê xwe girt. Lê gava kurê wê jî mir, Atalyayê Cihûda kire bin destê xwe. Paşî wê yekê, ewê dixwest rikinyata padşatiyê kuta kira. Lema jî ewê her kes, kê dikaribû dewsa wê serwêrtiyê bike, dikuşt, hela hê nebiyên xwe jî. Ewê tirsa xwe kiribû ser hemûşka.

Yehoyad serekkahîn û jina wî Yehoşeba fem dikirin, wekî kirên Atalyayê gelek xirab in. Ewana emirê xwe dikirine bin qeziyê, seva nebiyê Atalyayê veşêrin, navê kîjanî Yoaş bû. Wana ew zarok paristgehêda mezin kirin.

Kengê Yoaş heft salî bû, Yehoyad serokê her bereka û Lêwîya top kir û gote wan: “Miqatî dergehên paristgehê bin, wekî tu kes nekevê”. Paşê Yehoyad Yoaş kire padşê Cihûdayê û tac danî ser serê wî. Cimeta Cihûdayê kire gazî: “Emirê dirêj padşêra!”

Jin-padşa Atalya dengê cimetê bihîst û derbêra çû paristgehê. Çaxê ewê padşê teze dît, kire qare-qar: “Himberî min rabûn! Himberî min rabûn!” Wî çaxî serokên bereka ew jin-padşaya zulm girtin û birin cîkî din kuştin. Lê çi hate serê cimetê, ya ku bin hukumê wêda bû?

Yehoyad alî cimetê kir, wekî peymanê tevî Yehowa girêdin û soz bidin, wekî tenê wîra xizmet kin. Yehoyad usa kir, wekî cimetê paristgeha Bael û pût hûrdexweşî kirin. Ewî kahîn û Lêwî kifş kirin, wekî ewana paristgeha Yehowada xizmet kin, seva ku cimet bikaribe dîsa wêderê Yehowa bihebîne. Yehoyad nobedar da ber derê paristgehê, wekî tu kesê netemiz ber çevê Yehowa, nikaribe bikeve wêderê. Paşê Yehoyad û serokên bereka, Yoaş ser textê padşê dane rûniştandinê. Cimeta Cihûda gelek şa bû. Axiriyê ewana ji hebandina Bael û ji zulmiya Atalya aza bûn û dikaribûn Yehowara xizmet kin. Te dîna xwe dayê, ça mêrxasiya Yehoyad alî gelek meriva kir?

“Û ji wan netirsin yêd ku bedenê dikujin, lê nikarin ruh bikujin. Lê hûn ji wî bitirsin, yê ku dikare ruh û bedenê cenimêda unda ke” (Metta 10:28).