Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 55

Melekê Yehowa Hizqiya Xwey kir

Melekê Yehowa Hizqiya Xwey kir

Împêrya Aşûrê dehe berekên Îsraêlê kire bin destê xwe. Sanherîb, padşê Aşûrê, usa jî dixwest du berekên padşatiya Cihûdayê bike bin destê xwe. Ewî şeherên Cihûdayê yek pey yekê zeft dikir. Lê diha zef ewî dixwest Orşelîmê zeft ke. Lê Sanherîb nizanibû derheqa wê yekê, wekî çevê Yehowa ser Orşelîmê ye.

Hizqiya, padşê Cihûdayê, gelek pere da Sanherîb, wekî ew destê xwe nede Orşelîmê. Rast e Sanherîb pere hilda, lê ewî dîsa jî eskerên xwe dişand, wekî pêşberî Orşelîmê derên. Cimeta Orşelîmê bin tirsêda bûn, çimkî eskerên Aşûra hêdî-hêdî nêzîkî Orşelîmê dibûn. Hingê Hizqiya gote wan: “Netirsin. Rast e, Aşûr qewat in, lê Yehowa wê me diha qewat ke”.

Sanherîb Rabşak şande Orşelîmê, wekî qerfê xwe cimetê bike. Rabşak ber dergehê şeher sekinî bû û bi dengê bilind digot: “Yehowa nikare alî we bike. Nehêlin, wekî Hizqiya we bixapîne. Tu xudanek nikare we ji destê me xilaz ke”.

Hizqiya ji Yehowa pirsî çi ew gerekê bike. Yehowa cab da û got: “Xem neke bona gotinên Rabşak. Ezê Orşelîmê nedime destê Sanherîb”. Paşî wê yekê, Hizqiya nema ji Sanherîb stand. Nemêda nivîsî bû: “Tesmîlî min bin. Yehowa nikare we xilaz ke”. Hizqiya dua dikir: “Yehowa, lava dikim, me xilaz ke, seva ku her kes bizanibe, wekî tenê tu yî Xwedayê rast”. Yehowa got: “Padşê Aşûrê wê nekeve Orşelîmê. Ezê şeherê xwe xwey kim”.

Senherîb bawer bû, wekî Orşelîm wê bikeve destê wî. Lê şevekê Yehowa melekê xwe şande meydana eskera, yên ku nêzîkî şeher cîvar bibûn. Ewî melekî 185 000 esker kuşt! Senherîb Padşa, eskerên xweyî qewî unda kir. Ew bi şermî vegeriya mala xwe. Çawa Yehowa soz dabû, wekî wê Hizqiya û Orşelîmê xwey ke, ewî hema usa jî kir. Hergê tu wî çaxî Orşelîmêda bûyayî, teyê jî îtbariya xwe Yehowa bianiya?

“Milyaketê Xudan tevî xofkêşêd Wî ye, pişta wan digire û wan xilaz dike” (Zebûr 34:7).