Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 57

Yehowa Yêremya Şande Xizmetiyê

Yehowa Yêremya Şande Xizmetiyê

Yehowa Yêremya ça pêxember jibart, wekî ew Cihûdayêda şedetiyê bide. Xwedê gote wî, wekî ew gerekê şedetiyê bide û elamî wan ke, seva ku ewana kirên xweyî xirab biterikînin. Lê Yêremya got: “Yehowa, ne ez hê cahil im. Ez nizanim çawa ez gerekê tevî cimetê xeber dim”. Lê Yehowa gote wî: “Netirse. Ezê te hîn kim çi bêjî. Ezê alî te bikim”.

Yehowa gote Yêremya, wekî ew gazî rûspiya ke û ber çevê wan kûpê herî hûrdexweşî ke û bêje: “Orşelîm wê mîna wî kûpî hûrdexweşî be”. Gava Yêremya usa kir, rûspî gelek hêrs ketin. Kahînek, navê kîjanî Paşhûr bû, Yêremya xist û dest nigê wî qeydada şidand. Temamiya şevê Yêremya nikaribû xwe bivira-bianiya. Sibetirê Paşhûr Yêremya berda. Yêremya fikirî: “Ez usa nikarim. Ez gerekê îda şedetiyê nedim”. Gelo bi rastî Yêremya sist bû? Na. Çaxê ew hê kûr fikirî, ewî got: “Mizgîniya Xwedê çawa agir e dilê minda. Ez nikarim xwe ker kim”. Yêremya xizmetiya xwe neda sekinandinê.

Sal derbaz bûn û Cihûdayêda padşekî teze hate kifşkirinê. Ew yek, çi ku Yêremya digot, kahîn û pêxemberên derewra xweş nedihat. Wana gote serwêra: “Ew meriv hêjayî mirinê ye”. Lê Yêremya gote wan: “Rind bizanibin, hergê hûn min bikujin, hûnê merivê negunekar bikujin. Çimkî ez ne ku xeberên xwe dibêjim, lê xeberên Yehowa”. Hingê serwêra got: “Wî merivî gerekê nekujin”.

Yêremya berdewam dikir xizmet ke û serwêr gelek hêrs diketin. Wana gote padşa, wekî Yêremya bikuje. Padşa îzin da wan, wekî çi jî bixwazin, dikarin bînine serê wî. Wana Yêremya girt, avîtine bîra kûr û herî, û bawer bûn, wekî ewê wêderêda bimire. Yêremya hêdî-hêdî dikete nava heriyê.

Wezîrek, navê kîjanî Ededmelek bû, gote padşê: “Serwêra, Yêremya avîtine bîrê. Hergê wî dernexin, ewê birçîna bimire”. Padşa ferman da Ededmelek, wekî tevî xwe 30 mêrî hilde û Yêremya ji bîrê derxe. Ça me dît, Yêremya nehîşt, wekî tu tişt riya wî bigire Yehowara xizmet ke. Lê tu dixwazî wê yekêda çev bidî Yêremya?

“Bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin. Lê kî ku heta xilaziyê sebir ke ewê xilaz be” (Metta 10:22).