Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 58

Wêrankirina Orşelîmê

Wêrankirina Orşelîmê

Hêdî-hêdî cimeta Cihûdayê pişta xwe didane Yehowa û serê xwe ber xudanê qelp datanîn. Gelek sal Yehowa her tişt dikir, wekî alî wan bike. Ewî pêxemberê xwe dişand cem Îsraêliya, lê wana guh nedidanê wan. Hela hê qerfê xwe jî wana dikirin. Lê çawa Yehowa pûtparistî da hildanê?

Nebûkedneser, padşê Babîlonê, şeher pey şeher zeft dikir. Cara pêşiyê, kengê ewî şeherê Orşelîmê zeft kir, ewî Yehoyakîm Padşa kire dîlê xwe. Ewî usa jî serwêr, esker û merivên destpêşe bire Babîlonê. Xêncî wê yekê, ewî xizna paristgeha Yehowa zeftî xwe kir. Paşî wê yekê Nebûkedneser, Tsedekiya kire padşê Cihûdayê.

Serîda Tsedekiya gura Nebûkedneser dikir. Lê cimeta dor-berê wî û pêxemberên derew Tsedekiya hêlan kirin miqabilî Babîlonê derê. Lê Yêremya gote Tsedekiya: “Hergê tu miqabilî wan derêyî, wê Cihûdayêda kuştin, birçîbûn û nexweşî destpêbin”.

Paşî heyşt sala Tsedekiya safî kir miqabilî Babîlonê derê. Wê yekêda ewî alîkarî ji eskerên Misiriya xwest. Wî çaxî jî Nebûkedneser eskerên xwe şande Orşelîmê û eskerên wî dora şeher girtin. Yêremya gote Tsedekiya: “Yehowa dibêje, hergê tu tesmîlî Babîlonê bî, tu û temamiya şeher wê xilaz bin. Lê hergê tesmîlî wan nebî, Babîlonî wê Orşelîmê bişewitînin û te bikine dîl”. Tsedekiya got: “Ez tesmîl nabim!”

Sal nîvek derbaz bû, eskerên Babîlonê dîwarê Orşelîmê hilşandin û şeher şewitandin. Wana usa jî paristgeh şewitandin, gelek meriv kuştin û hezara kirine dîl.

Tsedekiya ji Orşelîmê revî, lê Babîloniya dane pey wî, nêzîkî Erîhayê wî girtin û birine bal Nebûkedneser. Padşê Babîlonê usa kir, wekî Tsedekiya pê çevê xwe bivîne, çawa ew kurên wî dikuje. Paşî wê yekê Nebûkedneser, Tsedekiya kor dike û wî davêje kelê, kîderêda wede şûnda ew dimire. Lê Yehowa cimeta Cihûyara soz da û got: “Paşî 70 sala, ezê we dîsa vegerînim Orşelîmê”.

Lê çi hate serê wan cahila, yên ku çawa dîl birine Babîlonê? Gelo ewana Yehowara amin man?

“Xudan Xwedêyê Hemû Zorayiyê, dîwanêd te rast û heq in” (Eyantî 16:7).