Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 61

Ewana Neketine Ser Çoka

Ewana Neketine Ser Çoka

Hine wext paşî wê yekê, ça Nebûkedneser xewnêda heykel dît, ewî heykelekî terkî ji zêr çêkir. Ew heykel ewî danî deşta Dûrayêda û gazî hemû merivên navdar kir, çawa Şedrak, Meşak û Abednego, seva ku ber heykel top bin. Padşa ferman da: “Gava hûn dengê boriyê, çeng û zurnê bibihên, gerekê ber heykelê zêr bikevine ser çoka! Ewên kê nekevine ser çoka, wê bêne avîtinê firna agir”. Gelo ew sê xortên Îbranî, wê bikevine ser çoka ber heykel, yan wê tenê Yehowa bihebînin?

Padşa ferman da, wekî miqamê vêxin. Xêncî Şedrak, Meşak û Abednego her kes ber heykel kete ser çoka. Hine mêr ew yek texmîn kirin û gotine padşa: “Ew sê xortên Îbranî înkar kirin, wekî serê xwe ber heykelê te daynin”. Hingê Nebûkedneser got, wekî wan sê xorta bînine bal wî û ewî gote wan: “Ez dîsa mecalekê didime we, wekî hûn serê xwe ber heykela min daynin. Hergê hûn ewê yekê nekin, ezê we bavêjime firna agir. Wî çaxî wê tu xudan nikaribe we ji destê min xilaz ke”. Wana got: “Padşê me, nelazim e dîsa mecalê bidî me. Xwedayê me dikare me xilaz ke. Lê hergê ew me xilaz neke, emê yeke serê xwe ber heykelê te daneynin”.

Nebûkedneser gelek hêrs ket. Ewî xulamên xwera got: “Agirê firnê heft cara zêdetir gur kin!” Paşê ewî temî da eskerên xwe û got: “Wana girêdin û bavêjine agir!” Sê xortên Îbranî avîtine firna agir. Agir usa qewî bû, wekî eskerên ku wana davîtine firnê, ji alava agir mirin. Lê gava Nebûkedneser dîna xwe da firnê, ewî dît wekî dewsa sê mêra, firnêda çar mêr nava agirda diçin-tên. Ew gelek tirsiya û ji sereskerên xwe pirsî: “Ne me sê mêr avîte firnê? Lê niha ez çar mêra divînim û yek ji wan mîna melek e!”

Nebûkedneser nêzîkî firnê bû û gazî wan kir: “Ji firnê derkevin, xizmetkarên Xwedayê Himzor!” Her kes ecêbmayî ma gava dîtin, wekî Şedrak, Meşak û Abednego bê ziyan ji agir derketin. Ne çerimê wan, ne por û ne jî kincê wan, neşevitî bû û qê bîna dû jî wan nedihat.

Nebûkedneser got: “Bira Xwedayê Şedrak, Meşak û Abednego rûmet be. Çimkî ewî melekê xwe şand û ewana xilaz kirin. Tu xudanekî mîna wî tune ye”.

Çi derecada jî tu nîbî, tu hazir î mîna wan sê xortên Îbranî, aminî Yehowara xwey kî?

“Serê xwe li ber Xudan Xwedêyê xwe dayne û tenê wî bihebîne!” (Metta 4:10).