Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 62

Xewn Derheqa Baxa Mezin

Xewn Derheqa Baxa Mezin

Şevekê Nebûkedneser xewneke tirs dît. Ewî gazî mêrên bîlan kir û ji wana pirsî, ew xewn çi tê hesabê. Lê tu kesî ji wan nikaribû ewê xewnê wîra şiroveke. Axiriyê padşa gazî Daniyêl kir.

Nebûkedneser gote Daniyêl: “Min xewna xweda baxek dît. Ew usa mezin bû, wekî gihîşte ezmana, û ji hemû qulbên dinyayê dihate xuyanê. Ew bi êmîşa tije bû û belgên wî gelek bedew bûn. Heywan bin siya baxda hêsa dibûn, lê çivîka ser çiqilên wî baxî hêlûn xwera çêdikirin. Paşî wê yekê, melek ji ezmana daket. Ewî got, wekî bax û çiqilên wî bibirin. Lê koç bi kokêva erdêda bihêlin. Bira hesin û sifir dora koçva bialînin. Bira dilê baxêye merivayî bê guhastinê ser dilê heywên û paşî wê yekê heft wext wê derbaz bin. Û meriv wê pêbihesin, wekî Xwedê ye Serwêrê hemû dinyayê û kêra dixwaze, serwêrtiyê dide”.

Yehowa Daniyêlra şirovekir çi tê hesabê ew xewn. Gava Daniyêl pêhesiya çi tê hesabê ew xewn, xof kete dilê wî. Ewî got: “Padşê min, minê bixwesta, wekî ew xewn bê serê dijminên te, lê yazix ew derheqa te ye. Ew baxa mezin ya ku hatibû birînê, ew tu yî. Tê serwêrtiya xwe unda kî, û tuyê mîna heywanên beyanî çolêda çêrê bixwî. Lê ew yek ku melek got, koç bi kokêva erdêda bihêlin, tê hesabê wekî tuyê dîsa vegerî ser serwêrtiya xwe”.

Salek şûnda, Nebûkedneser ser banê mala xwe digeriya, dîna xwe dida şeherê xwe Babîlonê û hewasa wî pêra dihat. Ewî got: “Hela dîna xwe bidin, min şeherekî çiqas mezin û qewî ava kiriye. Ez yekî himzor im!” Ewî hê xeberdana xwe xilaz nekir, dengekî ji ezmana got: “Nebûkedneser, te serwêrtiya xwe unda kir”.

Wê demê, Nebûkedneser hişê xwe unda kir û bû mîna heywanên beyanî. Lema jî ew îda nikaribû mala xweda bimîne, lê tevî heywanên beyanî çolêda dijît. Porê wî mîna perên teyr dirêj bibûn û neynikên wî mîna pencê teyr bûn.

Heft sal derbaz bûn, Nebûkedneser hate ser hişê xwe û Yehowa dîsa serwêrtiya Babîlonê da destê wî. Nebûkedneser got: “Pesina didime Yehowa, Xwedayê herî Himzor. Niha ez zanim, wekî Yehowa ye Padşê erd û ezmana. Ew merivên babax nimiz dike û kêra dixwaze, serwêrtiyê dide”.

“Berî wêranbûnê kubarî tê û berî ketinê ruhê babaxîyê” (Metelok 16:18).