Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 65

Ester Cimeta Xwe Xilaz Dike

Ester Cimeta Xwe Xilaz Dike

Ester Cihû bû û ew Farisêda şeherê Şûşanda dijît. Gelek sal pêşda, Nebûkedneser malbeta wê ji Orşelîmê bir û kire dîl. Kurê apê wê, navê kîjanî Mordokaî bû, yê ku xulamê Padşê Farisa Ahaşveroş bû, lê mezin kir û lê bû xweyî.

Ahaşveroş Padşa safî kir jineke teze xwera bijbêre. Xulamên wî wîra jinên lapî bedew jibartin û anîne mala wî. Ester jî nav wan jinada bû. Ji wan hemû jina, Ahaşveroş, Ester çawa jin-padşa xwera jibart. Mordokaî gote Esterê, wekî nebêjê ku ew Cihû ye.

Merivekî babax, navê kîjanî Haman bû, serkarê hemû serwêra bû. Ewî dixwest, wekî her kes serê xwe ber wî daxe. Lê Mordokaî serê xwe ber wî danedixist, lema jî Haman ser wî hêrs ket û dixwest wî bikuje. Gava Haman pêhesiya, wekî Mordokaî Cihû ye, ewî safî kir Cihûyên wî welatî bikuje. Ewî gote padşa: “Cihû cimeteke xof e û tu gerekê wana ser riya xwe ret kî”. Ahaşveroş got: “Çi dixwazî bike”. Hingê Haman qanûn derxist, wekî 13 meha Adarê hemû Cihû bêne kuştinê. Yehowa ew her tişt didît.

Ester haş wê qanûnê tune bû. Lema jî Mordokaî derheqa vê qanûnê neme nivîsî û Esterra şand. Mordokaî gote wê: “Here û tevî padşê xeber de”. Esterê got: “Her kes, kê ne hatiye teglîfkirinê û nêzîkî padşê be, dikare bê kuştinê. Ewa îda 30 roj e padşa min teglîf nekiriye! Lê dîsa jî ezê herim. Hergê ew şiva xweye zêr dirêjî min ke, ezê nemirim, lê hergê na, ezê bimirim”.

Ester kete heyata padşê. Gava padşa lê dît, ewî şiva xwe dirêjî wê kir. Ester nêzîkî padşê bû û padşa lê pirsî: “Ester, ez çi dikarim bona te bikim?” Ewê got: “Ez dixwazim te û Haman teglîfî cem xwe kim”. Ewana çûne cem Esterê. Paşê Esterê dîsa ewana teglîf kirin, û wê carê, padşa dîsa ji wê pirsî: “Ester, ez çi dikarim bona te bikim?” Hingê ewê got: “Kesek dixwaze min û cimeta min bikuje. Hîvî dikim, me xilaz ke”. Padşa pirsî: “Kê dixwaze we bikuje?” Ewê got: “Ew merivê xirab, Haman e”. Ahaşveroş gelek hêrs ket û temî da, wekî Haman bikujin.

Lê qe tu kesî nikaribû ev qanûna Haman bide hildanê, hela hê padşa jî. Lema jî padşa Mordokaî kire serkarê hemû serwêra û îzin da wî qanûna teze derxe. Bi saya wê qanûna teze Cihû dikaribûn xwe ji dijmina xwey kin. Û 13 meha Adarê, Cihûya dijminên xwe alt kirin. Ji wî çaxî, wana her sal ev serketina xwe kifş dikirin.

“Rûyê minda wê we bibine ber weliya û padşa, ku hûn ber wan û necihûya şedetiyê bidin” (Metta 10:18).