Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 66

Ezra Qanûna Xwedê Hîn Dike

Ezra Qanûna Xwedê Hîn Dike

Weke 70 sal derbaz bibû, ji wî wedeyî çaxê heçî zef ji Îsraêliya vegeriyanê Orşelîmê, lê hinek ji wan ser erdê Farisa diman. Yek ji wan kahîn bû bi navê Ezra, yê ku Qanûna Yehowa hîn dikir. Ezra pêhesiya, wekî Orşelîmêda cimet guh nade Qanûna Xwedê û lema jî ewî safî kir, ku here wêderê, seva ku alî wan bike. Padşê Farisa Artahşaşt gote wî: “Xwedê bîlanî daye te, seva ku tu bikaribî Qanûna wî hîn kî. Here û wan meriva hilde, kê dixwaze tevî te bê”. Ezra rastî wan hemûya hat, kê dixwest vegere Orşelîmê. Wana Yehowara dua kir, wekî ser wê riya dirêj wana xwey ke û paşê ewana rê ketin.

Çar meha şûnda, ewana gihîştine Orşelîmê. Serwêra gotine Ezra: “Cimeta Îsraêl guh nade Yehowa û ser jinên usa dizewicin, yên ku xudanên qelp dihebînin”. Lê gelo Ezra çi kir? Ew ber çevê cimetê, kete ser çoka û dua kir: “Yehowa, te haqas tişt bona me kiriye, lê em dîsa jî guna dikin û dilê te dêşînin”. Cimet gunê xwe da rûyê xwe, lê dîsa jî wanara alîkarî lazim bû, wekî xwe rast kin. Ezra rûspî û hakim kifş kir, seva ku alîkariyê bidine cimetê. Nava sê mehên dinda, ewên ku Yehowa nedihebandin, ji Orşelîmê derketin.

Donzdeh sal derbaz bû. Haqas wededa, Cihû dîwarên Orşelîmê tezeda ava kirin. Paşî wê yekê, Ezra cimet top kir, wekî Qanûna Xwedê wanara bixûne. Gava Ezra kitêba Qanûnê vekir, cimet rabû ser piya. Ezra Yehowa rûmet dikir, cimet jî tevî wî razî bû û destê xwe hilkşandine jor. Ezra Qanûn dixwend û şirovedikir, cimetê jî dîna xwe dida wî. Wana fem kir, wekî ewana dîsa dûrî Yehowa çûne. Roja din Ezra hê zêde kitêba Qanûnê wanara xwend. Cimet pêhesiya, wekî zûtirekê ewana gerekê Cejina Holikçêkirinê kifş kin. Wana pêra-pêra destpêkirin bona wê yekê xwe hazir kin.

Wan heft rojên cejinê, cimet şa dibû û razîbûnê Yehowara didane kifşê bona nandirûna baş. Ji wedê Yêşûda wana Cejina Holikçêkirinê derbaz nedikirin. Paşî cejinê, cimet top bû û Xwedêra dua kir: “Yehowa, te me ji dîltiyê xilaz kir, te me beriyêda têr dikir û erdekî bedew da me. Lê yeke, dîsa jî me gura te nedikir. Te pêxembera jî dişandine cem me, lê me guh nedida wan. Lê dîsa jî te sebir dida kifşê hindava me. Ew sozê te dabû Birahîm, te anî sêrî. Niha em tera soz didin, wekî emê gura te bikin”. Wana sozên xwe nivîsîn, û paşê kahîna, Lêwîya û serwêra ser wî sozî mora xwe danîn.

“Xwezî li wan, yêd ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin” (Lûqa 11:28).