Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 68

Êlîzabêtêra Zar Dibe

Êlîzabêtêra Zar Dibe

Paşê avakirina dîwarên Orşelîmê 400 sal derbaz bû. Serekkahîn, Zekerya û jina wî Êlîzabêt, nêzîkî Orşelîmê diman. Ewana îda gelek sal zewicî bûn, lê zarên wan tune bûn. Rojekê, Zekerya paristgehêda bixûr dişewitand, û wî çaxî wîra melek eyan bû, navê kîjanî Cibrayîl bû. Zekerya ecêbmayî ma, lê Cibrayîl gote wî: “Netirse. Min ji Yehowa mizgînî tera anî. Jina te, Êlîzabêt, wê kur tera bîne û navê wî wê Yûhenna be. Yehowa, Yûhenna jibart bona şixulekî mexsûs”. Zekerya pirsî: “Çawa ez te bawer kim? Ne ez û jina min îda emirda mezin in”. Cibrayîl got: “Xwedê min şand, wekî ewê mizgîniyê bigihînime te. Lê te min bawer nekir, lema jî heta zar tera bê bûyînê, tuyê nikaribî xeber dî”.

Wê carê Zekerya paristgehêda hê zêde wext ma. Û gava ew derket derva, cimet hîviyê bû seva pêbihese çi qewimî. Lê Zekerya nikaribû xeber da. Ewî tenê pê destê xwe dikaribû wanara şiroveke. Cimetê fem kir, wekî Zekerya ji Xwedê mizgînî stand.

Paşî wê yekê, çawa melek got, Êlîzabêtêra kur bû. Heval û pismamên wê hatin zarê bivînin. Ewana bona wê gelek şa bûn. Êlîzabêtê got: “Navê wî gerekê daynin Yûhenna”. Wana gotê: “Nava bira-pismamên teda tu kes tune bi navê Yûhenna”. Navê wî daynin Zekerya, navê bavê wî. Lê Zekerya nivîsî: “Navê wî gerekê Yûhenna be”. Wê demê Zekerya destpêkir xeber de! Derheqa wê yekê temamiya Cihûstanê pêhesiyan û meriva digot: “Çaxê ew zar mezin be, gelo ewê bibe kê?”

Ruhê pîroz hate ser Zekerya û ewî pêxembertî kir: “Bira Yehowa rûmet be. Ewî Birahîmra soz dabû, wekî xilazkar, dêmek Mesîh, wê bişîne, wekî me xilaz ke. Yûhenna wê bibe pêxember, ewê rê bona Mesîh hazir ke”.

Meryem jî mîna meriva xwe Êlîzabêtê, rastî dereceke mexsûs hat. Werên em derheqa wê yekê, ji serê din pêbihesin.

“Ew tiştê ku ji destê mêriv nayê, Xwedê dikare bike” (Lûqa 18:27).