Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 69

Cibrayîl Meryemêra Eyan Dibe

Cibrayîl Meryemêra Eyan Dibe

Meryem meriva Êlîzabêtê bû, ew Celîlêda şeherê Nisretêda dijît. Meryem dergîstiya Ûsiv bû. Gava Êlîzabêt îda şeş meh hemle bû, Cibrayîl melek Meryemêra eyan bû. Ewî gote wê: “Silav li te Meryem. Kerema Yehowa tevî te ye”. Ewê fem nekir Cibrayîl çi dibêje. Paşê melek gote wê: “Tuyê hemle derêyî û tera wê kur bibe, tu gerekê wî nav kî Îsa. Ewê bibe Padşa. Padşatiya wî wê heta-hetayê be”.

Meryemê gote wî: “Ne ez hê mêrkirî nînim. Çawa zar dikare mira bibe?” Cibrayîl gote wê: “Tiştekî usa tune, çi ku destê Yehowa nayê. Ruhê Xwedê wê dakeve ser te û kur wê tera bê bûyînê. Meriva te Êlîzabêt jî hemle ye”. Paşê Meryemê got: “Ez xulama Yehowa me. Bira usa be, çawa ku tu dibêjî”.

Meryem çû teseliya Êlîzabêtê bike. Gava Meryemê silav da wê, zar zikê Êlîzabêtêda liviya. Êlîzabêt bi ruhê pîroz tije bû û gote wê: “Meryem, Yehowa tu kerem kirî. Ew qedirekî mezin e, wekî diya Xudan hate mala min”. Meryemê got: “Bi temamiya dilê xwe, ez pesina didime Yehowa”. Meryem sê meha bal Êlîzabêtê ma, û paşê vegeriya mala xwe.

Gava Ûsiv pêhesiya, wekî Meryem hemle ye, ewî safî kir ji wê biqete. Lê melek xewnêda Ûsivra eyan bû û gote wî: “Netirse, Meryemê jintî bînî, çimkî ewê xirabî nekiriye”. Paşî wê yekê Ûsiv Meryem stand û bire mala xwe.

“Xudan ça dixwaze usa dike, erd û ezmênda” (Zebûr 135:6).