Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 70

Melek Bûyîna Îsa Elam Dikin

Melek Bûyîna Îsa Elam Dikin

Serwêrê Împêrya Romê, Awgûstoyê Qeyser, ferman da, wekî her Cihû vegere erdê kal-bavê xwe, seva bê navnivîsarê. Lema jî Ûsiv û Meryem rêketin, wekî herine Beytlehmê, ser erdê kal-bavê xwe. Wede gihîştibû, wekî Meryemêra zar bibe.

Gava ewana gihîştine Beytlehmê, ciyê seva ku bimînin tune bû, lema jî ewana tewlêda cîwar bûn. Hema wêderê Îsa Meryemêra bû. Meryemê Îsa nazik pêça û kire afir.

Wê şevê nêzîkî Beytlehmê, hine şivan deştêda ber pezên xwe bûn. Nişkêva melekê Xwedê wanva xuya bû û rûmeta Xwedê dora wan şewq da. Ewana tirsiyan, lê melek wanra got: “Netirsin, elametîke şa bal min heye. Îro Mesîh Beytlehmêda hate bûyînê”. Wê demê gelek melek ji ezmana xuya bûn, wana digot: “Bira Xwedayê ezmên rûmet be, edilayî ser erdê be”. Û nişkêva melek unda bûn. Gelo paşî wê yekê şivana çi kirin?

Şivana gotine hev: “Werên em hema niha herin Beytlehmê”. Ewana pêra-pêra hatine wî cî, kîderê Ûsiv û Meryem tevî zara xweye tezebûyî bûn.

Her kes kê derheqa wê yekê bihîst, çi ku melek gote şivana, ecêbmayî diman. Meryemê nikaribû bîr kira derheqa wê yekê, çi ku melek gote şivana, û ew kûr ser wê yekê difikirî. Şivan paşda vegeriyane ber kerên pezê xwe û seva wê yekê çi ku dîtin û bihîstin, pesin didane Yehowa.

“Ez ji cem Xwedê rabûm hatime vir. Ez ne ku xweserîxwe hatime, lê ewî ez şandime” (Yûhenna 8:42).