Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 71

Yehowa Îsa Xwey Dike

Yehowa Îsa Xwey Dike

Aliyê rohilatê miletê usa dijîtin, kîjana bawer dikirin, wekî steyrk dikarin rêberiya meriva bikin. Şevekê, çend mêra ji Rohilatê dîtin, wekî ser ezman tiştek mîna steyrkê şewq dide û wana safî kirin pey herin. “Steyrkê” heta Orşelîmê wana bir. Wêderê ew mêr destpêkirin meriva bipirsin: “Kîderê ye ew zarok, kîjan gerekê bibe padşê Cihûdayê? Em hatin serê xwe ber wî daynin”.

Gava Hêrodes, padşê Orşelîmê, derheqa wê yekê pêhesiya, ew gelek ber xwe ket. Ewî serekkahîn pirsî: “Padşê nû kîderê gerekê bê bûyînê?” Wana gote wî: “Pêxembera digotin, wekî ew gerekê Beytlehmêda bê bûyînê”. Paşê Hêrodes gazî wan mêrê ji Rohilatê kir û gote wan: “Herine Beytlehmê û ewê zarê bigerin. Paşê vegerin û bêjine min, ew kîderê ye. Ez jî dixwazim serê xwe ber wî daynim”. Lê ewî wana xapand.

“Steyrk” berdewam kir rê nîşanî wan ke. Usa ew mêr gihîştine Beytlehmê. “Steyrk” ser malekê sekinî û ew mêr ketine hindur. Wana Îsa û Meryem dîtin. Wana serê xwe ber zarok danîn, zêr, bixûrê erebî û zimir pêşkêşî wî kirin. Lê gelo Yehowa wana şand, wekî Îsa bivînin? Na.

Wê şevê, Yehowa xewnêda gote Ûsiv: “Hêrodes dixwaze Îsa bikuje. Jina xwe û Îsa hilde û birevine Misirê. Wêderê bimînin, heta ku ez tera bêjim vegere”. Ewana rabûn û pêra-pêra çûne Misirê.

Yehowa gote mêrên ji Rohilatê, wekî paşda venegerin bal Hêrodes. Gava Hêrodes fem kir, wekî ewana wê venegerin, ew gelek hêrs ket. Gava ew ciyê Îsa pênehesiya, ewî ferman da, wekî Beytlehmêda hemû zarokên kurîn emirda weke Îsa, gerekê bêne kuştinê. Lê wî çaxî Îsa îda Misirêda bû.

Wede şûnda Hêrodes mir. Yehowa gote Ûsiv: “Niha hûn dikarin vegerin”. Ûsiv, Meryem û Îsa vegeriyane Îsraêlê, û ewana şeherê Nisretêda cîwar bûn.

“Wê gotina min ya ku ji devê minva derkeve jî wusa bibe . . . , û wê karê bona ku bike wê şandime bike!” (Îşaya 55:11)