Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 73

Yûhenna Rê Hazir Dike

Yûhenna Rê Hazir Dike

Çaxê Yûhennayê, kurê Zekerya û Êlîzabêtê mezin bû, ew bû pêxember. Yehowa bi saya Yûhenna bona hatina Mesîh cimet hazir dikir. Yûhenna ne ku kinîştada yan şeherada hîn dikir, lê beriyêda. Cimet ji Orşelîmê û ji hemû Cihûstanê dihatine bal wî. Ewî digot, seva ku Xwedê xweş bên, lazim e şixulên xweye xirab terk bidin. Gava meriva guh didane Yûhenna, wana gunên xwe didane rûyê xwe, û Yûhenna çemê Ûrdunêda wana dinixumand.

Yûhenna bi emirê hêsa dijît. Ewî kincê ji çermê devê xwedikir û xwarina wî, kulî û hingiv bû. Meriva dixwestin Yûhenna bivînin. Hela hê Fêrisî û Sadûqî jî dihatin, wekî wî bivînin. Yûhenna gote wan: “Hûn gerekê kirên xweye xirab tobe kin. Nefikirin, wekî hûn merivne mexsûs in, tenê ji bo wê yekê, wekî hûn ji zureta Birahîm in. Ew yek usa jî nayê hesabê, wekî hûn zarên Xwedê ne”.

Gelek meriv dihatin bal Yûhenna û ji wî dipirsîn: “Em gerekê çi bikin, wekî Xwedê ji me razî be?” Yûhenna digote wan: “Hergê bal we du kinc heye, yekê pêşkêşî wî bikin, kê hewcê wê yekê ye”. Gelo ewî çira usa digot? Çimkî dixwest şagirtên xwe hîn ke, wekî lazim e meriva hiz bikin, seva ku Xwedê xweş bên.

Yûhenna gote xercgira: “Tevî meriva helal bin û wana nexapînin”. Paşê ewî gote eskera: “Zorê pera ji meriva nestînin û tu kesî nexapînin”.

Kahîn û Lêwî jî hatine bal Yûhenna û wî pirsîn: “Tu kê yî? Her kes dixwaze wê yekê bizanibe”. Yûhenna gote wan: “Ez ew deng im, yê ku beriyêda dike gazî û meriva berbi Yehowa dibe, çawa ku Îşaya pêxember gotiye”.

Meriva xweş dihat, ew çi Yûhenna wana hîn dikir. Gelek difikirîn, wekî ew e Mesîh. Lê ewî digote wan: “Yekî ji min qewattir tê. Ez ne hêja me benê çarixê wî jî vekim. Ez we pê avê dinixumînim, lê ewê pê ruhê pîroz binixumîne”.’

“Ew bona şedetiyê hat, wekî bona ronayê şedetiyê bide, ku hemû pê wî bawer bikin” (Yûhenna 1:7).