Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 76

Îsa ji Paristgehê Berî Bazirgana Dide

Îsa ji Paristgehê Berî Bazirgana Dide

Biharê sala 30 D.M., Îsa çû Orşelîmê. Wî çaxî gelek meriv hatibûn wî şeherî, ser Cejina Derbazbûnê. Ser wê cejinê paristgehêda heywan qurban dianîn. Hine meriva heywan ji malên xwe dianîn, lê yên din Orşelîmêda dikirîn.

Gava Îsa hate ser wê cejinê, ewî dît wekî hema paristgehêda heywana difroşin. Bazirganên tima mala Yehowada xwera pera çêdikin! Ji bo wê yekê Îsa gelek hêrs ket! Ewî qamçî hilda destê xwe, berx û gamêş ji paristgehê derxistin. Ewî usa jî textên bazirgana welgerand û perê wan rête erdê. Îsa gote ewên ku kevotk difrotin: “Wan her tişta ji vira hildin! Mala Bavê min nekin ciyê kirîn-firotanê!”

Merivên ku paristgehêda bûn, ji kirên Îsa zendegirtî man. Pêxembertiya derheqa Mesîh kete bîra şagirtên wî: “Xîreta hindava mala te agir dilê min dixe”.

Hine wext şûnda sala 33 D.M., Îsa cara duda ji paristgehê berî bazirgana da. Ewî îzin nedida tu kesî, mala Bavê wî bêhurmet kin.

“Hûn nikarin hin Xwedêra, hin jî hebûkêra xulamtiyê bikin” (Lûqa 16:13).