Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 78

Îsa Mizgîniya Padşatiyê Bela Dike

Îsa Mizgîniya Padşatiyê Bela Dike

Îsa paşî nixumandinê destpêkir mizgîniya xêrê bela ke: “Padşatiya Xwedê nêzîk e”. Îsa tevî şagirtên xwe, diçûne Celîlê û jî Cihûstanê. Gava Îsa vegeriya erdê xweyî Nisretê, ew hate kinîştê û kitêba gulometkkirî vekir, kîderê nivîsarên Îşaya nivîsî bûn û bi dengê bilind destpêkir bixûne: “Yehowa ruhê pîroz da min, wekî ez bikaribim mizgîniya xêrê bela kim”. Ew gilî çi dihate hesabê? Rast e Îsa keremet dikirin û ew yek meriva xweş dihat, lê ya ewlin Îsa ruhê pîroz standibû, seva ku mizgîniya xêrê bela ke. Ewî guhdarvanara got: “Îro ew pêxembertî hate sêrî”.

Paşê Îsa çû ber çemê Celîlê. Wêderê ew rastî çar mesîgira hat, yên ku axiriyêda bûne şagirtên wî. Ewî gote wan: “Werên pey min û ezê we bikime nêçîrvanên meriva”. Navê wan Petrûs, Endrawis, Aqûb û Yûhenna bû. Wana şixulên xwe hîşt, pey Îsa çûn û bûne şagirtên wî. Wana tevî Îsa temamiya Celîlêda mizgîniya Padşatiya Yehowa bela dikirin. Usa ewana kinîştada, bazarada û meydanada xizmet dikirin. Elaleteke mezin timê pey wan diçû. Elametiya derheqa Îsa hemû ciya bela bû, hela hê Sûryayêda jî.

Hine wede şûnda Îsa qewateke usa da şagirtên xwe, wekî ewana bikaribin yên nexweş qenc kin û cina ji wan derxin. Lê tevî şagirtên din, ew çû şehera û gunda, wekî xizmet ke. Tevî wan usa jî çend jinên amin bûn, bi navê Meryema Mejdelanî, Yohana, Sosin û yên din. Ew jin miqatî Îsa û şagirtên wî dibûn.

Çaxê Îsa şagirtên xwe hazir kirin, ewî wana şande xizmetiyê. Gava ewana çûne Celîlê, gelek meriv yên ku guh didane wan, bûne şagirtên Îsa û hatine nixumandinê. Ewên ku dixwestin bêne nixumandinê gelek bûn, lema jî Îsa wana beramberî zeviyê kir, kîjan bona nandirûnê hazir bû. Ewî got: “Ji Yehowa lava kin, wekî hê zêde xebatçiya bişîne, seva nandirûnê”. Paşî wê yekê ewî 70 şagirt jibart û dudu-dudu şande xizmetiyê. Ewana hemû cûra merivara derheqa Padşatiyşê gilî dikirin. Gava şagirt ji xizmetiyê vegeriyan, wana bi şabûnê derheqa xizmetiyê Îsara gilî kirin. Çawa tê kifşê, Şeytan tu tiştî nikaribû bikira, wekî xizmetiya wan bida sekinandinê.

Îsa temî da şagirtên xwe, wekî ew xebata ferz berdewam kin wî çaxî jî bikin, gava ew here ser ezmana. Ewî gote wan: “Evê mizgîniya xêrê ser temamiya dinê bela kin. Xebera Xwedê meriva hîn kin û wana binuximînin”.

“Gerekê ez bajarêd dinda jî Mizgîniya Padşatiya Xwedê bidim, çimkî ez bona wê yekê hatime şandinê” (Lûqa 4:43).