Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 79

Îsa Gelek Keremeta Dike

Îsa Gelek Keremeta Dike

Îsa hate ser erdê, wekî mizgîniya Padşatiya Xwedê bela ke. Yehowa ruhê pîroz da Îsa, wekî keremeta bike û bi wê yekê bide kifşê ewê axiriyêda çi bike, gava bibe Padşa. Îsa dikaribû her nexweşî qenc ke. Meriv dihatine bal wî û alîkarî ji wî dixwestin, û ewî wana qenc dikir. Çevê kora vedibûn, guhê kera dibihîstin, yên şilûşet rê diçûn, lê ewên ku bin hukumê cinada bûn, aza dibûn. Meriv hela hê wî çaxî jî dihatine qenckirinê, çaxê destê xwe didane rîşiyê kincê wî. Meriv pey Îsa diçûn her ciya, kîderê ew diçû. Îsa berî tu kesî nedida hela hê wî çaxî jî, gava westiyayî bû û dixwest hêsabûya.

Carekê merivekî şilûşet anîne wê malê, kîderê Îsa bû. Lê wê malêda tije meriv bûn û lema ewana nikaribûn derîra biketana hindur. Ewana hilkişiyane ser banî, kulek vekirin û merivê şilûşet daxistine bal Îsa. Gava Îsa ew yek dît, gote wî merivî: “Rabe ser piya”. Gava şiluşet rabû, meriv zendegirtî man.

Careke din gava Îsa kete gundekî, deh merivên kotî dûrva gazî Îsa kirin, çimkî wan çaxa îzin tune bû, wekî kotî nêzîkî meriva bin. Lema jî wana dûrva digotine wî: “Îsa, alî me bike!” Îsa temî da wan û got, wekî herine paristgehê. Bi Qanûna Yehowa gava kotî qenc dibû, ew gerekê biçûya paristgehê. Rêva kengê ewana diçûne paristgehê, ewana qenc bûn. Yek ji merivê kotî, gava dît ku qenc bû, paşda vegeriya bal Îsa, wekî razîbûnê wîra bide kifşê û Xwedê rûmet ke. Ji wan deh meriva, tenê ew bû, kê razîbûn da Îsa.

Kulfetek ya ku 12 sal nexweş bû gelek dixwest qenc be. Carekê çaxê elaleteke mezin dora Îsa girtibûn, ew piştêva nêzîkî Îsa bû û destê xwe avîte rîşiyên kincê wî. Hema wê demê ew qenc bû. Gava ew yek qewimî Îsa pirsî: “Kê destê xwe da min?” Ew kulfet tirsiya, lema jî hat berbi Îsa û her tişt wîra gilî kir. Îsa ber dilê wêda hat û gote wê: “Qîza min, bi xêr û silamet here”.

Yek ji serwêrên kinîştê bi navê Yayîro, ji Îsa lava dikir û digot: “Werê mala min! Qîza min gelek nexweş e”. Lê heta ku Îsa biçûya mala Yayîro, qîza wî mir. Kengê Îsa hate ber mala Yayîro, ewî dît, wekî gelek meriv şîna qîzikê dikin. Îsa gote wan: “Negirîn, qîzik hênijî ye”. Paşê Îsa destê qîzikê girt û gote wê: “Qîzik, ez tera dibêjim, rabe!” Qîzik pêra-pêra rabû ser piya. Îsa gote dê-bavê qîzikê, wekî xwarinê bidine wê. Hela bidine ber çevê xwe, çawa dê-bavê qîzikê şa dibûn!

“Xwedê Îsayê Nisretê bi Ruhê Pîroz û qewatê kifş kir, ku bi qencîkirinê geriya û hemûyêd ku bin bindestiya Mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tevî wî bû” (Karên Şandiya 10:38).