Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 82

Îsa Hîn Dike Dua Bikin

Îsa Hîn Dike Dua Bikin

Fêrisa hemû tişt tenê bona navê xwe dikirin. Wana tiştên qenc tenê bona wê yekê dikirin, wekî meriv bivînin. Wana ciyên usa dua dikirin, kîderê gelek meriv bûn. Fêris duayên dirêj ezberî hîn dibûn, meydanada û kinîştada digotin, seva ku meriv wana bivînin. Lema jî meriv ecêbmayî diman kengê Îsa digote wan: “Duakirinêda çev nedine Fêrisa. Ewana difikirin, wekî duayên wanî dirêj Xwedê xweş tên, lê usa nîne. Duakirin, ew xeberdana teye şexsî ye tevî Yehowa. Hertim bi cûrekî dua neke. Kûraya dilê xwe Yehowara veke”.

Îsa şirovekir derheqa çi gerekê dua bikin: “Bavê meyî ezmana, bira navê te pîroz be. Bira Padşatiya te bê. Bira xwestina te ser erdê be, çawa ser ezmana”. Îsa usa jî got, dua bikin bona xwarina her rojî, baxşandina guna û bona xemên şexsî.

Îsa zêde kir û got: “Timê dua bikin. Berdewam kin ji Yehowa Bavê xweyî ezmana alîkariyê bixwazin. Her dê-bav tiştên qenc bona zarên xwe dixwazin. Gelo usa diqewime, wekî zara we ji we nan bixwaze, lê hûn kevir bidine wî? Yan ji we mesî bixwaze, lê hûn mer bidine wî?”

Paşê Îsa xeberên xwe şirovekir: “Hûn zanin ça tiştên qenc bidine zarên xwe, îlahî Bavê we yî ezmana wê hê zêde ruhê pîroz bide wan, kê ji wî dixwaze. Hûn tenê gerekê bixwazin”. Lê tu pê hînkirina Îsa dijîyî? Derheqa çi tu dua dikî?

“Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe” (Metta 7:7).