Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 84

Îsa Ser Avêra Diçe

Îsa Ser Avêra Diçe

Îsa dikaribû ne ku tenê nexweşa qenc ke û miriya rake, lê ewî usa jî dikaribû ba û baran bida sekinandinê. Paşî duakirina xweye ser çiyê, Îsa ser Bera Celîlê nihêrî û dît, wekî firtoneke qayîm rabû. Lê wî çaxî şagirtên wî qeyikêda bûn û bi hemû qewata xwe bêra qeyikê didane xebatê. Îsa ji çiya peya bû û ser avêra berbi qeyika şagirtên xwe çû. Gava şagirta dît, wekî kesek ser avêra nêzîkî wan dibe, ewana gelek tirsiyan. Lema Îsa gote wan: “Ewa ez im. Netirsin”.

Petrûs got: “Xudan, hergê ewa bi rastî tu yî, usa bike wekî ez ser avêra bême cem te”. Îsa gote Petrûs: “Were cem min”. Firtone hela hê neseqirî bû, lê Petrûs ji qeyikê peya bû û ser avêra berbi Îsa çû. Lê gava Petrûs nêzîkî Îsa bû, ew çev firtonê ket û tirsiya. Û gava destpêkir bixeniqe, gazî Îsa kir û got: “Xudan, min xilaz ke!” Îsa dest avîte wî û got: “Çima tu dudilî bûyî? Ka baweriya te?”

Îsa û Petrûs hilkişiyane qeyikê û wê demê firtone seqirî. Bide hesabê xwe, çawa şagirta xwe texmîn kirin? Wana gote Îsa: “Tu bi rastî Kurê Xwedê yî”.

Lê Îsa ne tenê carekê teşqelên tebiyetê dida sekinandinê. Carekê, kengê Îsa û şagirtên wî ser berêra derbazî aliyê din dibûn, Îsa qeyikêda razabû. Wî wedeyî firtoneke qayîm rabû. Pêlên berê usa qeyikê dixistin, wekî qeyik tije av bû. Şagirta Îsa hişyar kirin û gotin: “Dersdar, hinek maye em bixeniqin! Alî me bike!” Îsa rabû û ferman da berê: “Biseqire, ker be!” Û pêra-pêra ba sekinî û ber seqirî. Îsa şagirta pirsî: “Ka baweriya we?” Wana gote hevdu: “Hela hê ba û ber gura wî dikin”. Şagirt îzbat bûn, hergê ewana bi temamî baweriya xwe Îsa bînin, ewana wê îda tu tiştî netirsin.

“Netirse, tenê bawer bike!” (Marqos 5:36b).