Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 85

Îsa Roja Şemiyê Meriva Qenc Dike

Îsa Roja Şemiyê Meriva Qenc Dike

Fêrisa Îsa nefret dikir û menî digeriyan, wekî wî bidine girtinê. Wana digot, wekî îzina wî tune roja şemiyê meriva qenc ke. Carekê, roja şemiyê Îsa rastî merivekî kor hat, yê ku pars dikir. Îsa gote şagirtên xwe: “Niha hûnê bivînin, çawa qewata Xwedê wê alî wî merivî bike”. Îsa tûka xwe û herî levxist û danî ser çevê wî merivê kor. Îsa gote wî: “Here hewzê Sîlwamêda çevê xwe bişo”. Ewî mêrî hema usa jî kir, û çevên wî webûn.

Merivên dor-ber gelek ecêbmayî man. Wana dipirsî: “Ewa ew meriv e, yê ku pars dikir? Yan ew rengê wîda ne?” Merivê ku çevê wî vebibû, got: “Ewa ez im, yê ku ji bûyînê kor bûm!” Hingê wana pirsî: “Lê ça usa qewimî, wekî tu niha divînî?” Gava ewî wanara gilî kir çi qewimî, wana pêra-pêra wî birin bal Fêrisa.

Ewî Fêrisara şirovekir û got: “Îsa tiştek danî ser çevê min û gote min, here çevê xwe bişo. Min hema usa jî kir û niha ez dikarim bivînim”. Fêrisa bi hêrs gotin: “Hergê Îsa roja şemiyê meriva qenc dike, dêmek qewata wî ne ji Xwedê ye”. Lê merivên dor-ber gotin: “Hergê qewata wî ne ji Xwedê bûya, ewî wê nikaribûya qenc kira”.

Fêrisa gazî dê-bavê wî merivî kirin û ji wan pirsîn: “Ewa çawa qewimî, wekî çevê kurê we vebû?” Dê-bavê wî gelek ditirsiyan, çimkî Fêrisa digot, wekî wê wan meriva ji kinîştê derxin, yên ku baweriya xwe Îsa bînin. Lema jî wana got: “Em nizanin. Ji wî pirs kin”. Fêrisa gelek pirs dane wî merivî, û axiriyê ewî gote wan: “Ne min îda wera her tişt gilî kir. Çira hûn dîsa û dîsa wan pirsa didine min?” Fêris gelek hêrs ketin û berî wî dan.

Gava Îsa ew meriv dît, ji wî pirsî: “Tu Mesîh bawer dikî?” Ewî merivî caba xwe da û got: “Minê bawer kira, hergê min bizanibûya ew kîjan e?” Îsa got: “Ez im Mesîh”. Wê yekêda hizkirina Îsa dihate kifşê, çimkî ewî ne ku tenê wî qenc kir, lê alî wî kir, wekî baweriyê hindava Mesîh pêşda bîne.

“Hûn xalifî ne, çimkî ne nivîsara zanin, ne jî qewata Xwedê” (Metta 22:29).