Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 86

Îsa Lazar Sax Dike

Îsa Lazar Sax Dike

Sê hevalên Îsa yên nêzîk hebûn, ewana Beytanyayêda diman. Ew Lazar û du xûşkên wî Meryem û Merta bûn. Carekê gava Îsa mihala Perêayêda bû, Meryem û Mertayê elametçî şandine bal Îsa, wekî bêjine wî: “Lazar gelek nexweş e. Lava dikin, lez keve, werê!” Lê Îsa pêra-pêra neçû. Du roj şûnda Îsa gote şagirtên xwe: “Rabin em herin Beytanyayê. Lazar razaye û ez diçim wî hişyar kim”. Şagirta got: “Hergê Lazar razaye, dêmek wê qenc be”. Hingê Îsa eyan wanara got: “Lazar miriye”.

Kengê Îsa hate Beytanyayê, îda çar roj bû ku Lazar miribû. Gelek meriv top bibûn, wekî ber dilê Mertayê û Meryemêda bên. Kengê Mertayê bihîst, wekî Îsa hat, ew berbi wî revî û gotê: “Xudan, hergê tu vira bûyayî, birê min wê nemira”. Îsa ber dilê wêda hat û got: “Birê te wê dîsa bijî. Tu wê yekê bawer dikî, Merta?” Ewê got: “Erê, ez bawer dikim, wekî axiriyêda roja saxkirina miriya, wê rabe”. Îsa got: “Ez im rabûn û jîyîn”.

Paşê Mertayê gazî Meryemê kir û got: “Îsa vira ye”. Meryem hate berbi Îsa, û cimet pey wê hat. Ew ber Îsa kete ser çoka û kele-kel destpêkir bigirî û got: “Hergê tu vira bûyayî, birê me wê nemira!” Gava Îsa dît, çawa ew ji êşa dilê xwe diçerçire, Îsa jî giriya. Kengê cimetê dît, wekî Îsa digirî, wana hevra got: “Binihêre Îsa ça Lazar hiz dikir”. Hineka jî digotin: “Çira ewî hevalê xwe xilaz nekir?” Lê gelo Îsa çi kir?

Îsa berbi tirbê çû, kîderê Lazar definkirî bû, devê tirbê pê kevirekî mezin daday bû. Ewî got: “Wî kevirî wêda kin”. Mertayê got: “Ew îda çar roj e miriye! Niha bîn ketiye bedena wî”. Wana kevir wêda kir, û Îsa dua kir û got: “Bavo, ez zef razî me, wekî te dengê min bihîst. Ez zanim, wekî tu hertim dengê min dibihêyî, lê min bona xatirê vê cimetê got, wekî bawer bikin, ku te min şandiye”. Paşê ewî bi dengê bilind got: “Lazar, derkeve!” Wê demê tiştekî ecêbmayî qewimî. Lazar ji tirbê bi kitan kefenkirî derket. Îsa got: “Kefenê ser wî vekin û bihêlin bira rê here”.

Geleka, gava ew yek dîtin, baweriya xwe Îsa anîn. Lê hine meriv çûne bal Fêrisa û hemû tişt gilî kirin. Bona wê yekê Fêrisa dixwestin Îsa û Lazar bikujin. Yek ji 12 şagirtê Îsa, Cihûda Îsxeryotî, dizîkava çû bal Fêrisa û ji wan pirsî: “Hûnê çi bidine min, hergê ez Îsa bidime destê we?” Wana sî zîv wîra soz dan, û ji wî wedeyî Cihûda mecal digeriya, wekî Îsa bide destê Fêrisa.

“Bav dikare miriya sax ke û jiyînê bide wan” (Yûhenna 5:21)