Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 87

Şîva Paşin, ya Îsa

Şîva Paşin, ya Îsa

Her sal 14 nîsanê, Cihû Cejina Derbazbûnê derbaz dikirin. Ew cejin dikire bîra wan, wekî Yehowa wana ji dîltiya Misirê aza kir û bire Erdê Sozdayî. Sala 33 D.M., Orşelîmêda Îsa û şagirtên wî malekêda, otaxa jorinda top bibûn, wekî Cejina Derbazbûnê derbaz kin. Xilaziya şîvê, Îsa gote wan: “Yek ji we, wê min bide destê dijminên min”. Şagirt gelek ecêbmayî man û ji Îsa pirsîn: “Kê wê ewê yekê bike?” Îsa got: “Kîjanîra ezê ewî nanî bidim, ew e”. Hingê Îsa nan da destê Cihûda Îsxeryotî. Ew derbêra rabû û ji odê derket.

Paşê Îsa dua kir, nan ker kir û da şagirtên xwe. Ewî got: “Ewî nanî bixwin. Ew tê hesabê bedena min, ya ku ezê seva we bidim”. Paşê ewî dua kir, şerav hilda û da wan. Ewî got: “Evê şeravê vexwin. Ew tê hesabê xûna min, ya ku ezê bona baxşandina gunê we birêjim. Ez soz didime we, wekî hûnê tevî min ser ezmana bibine padşa. Her sal ewê cejinê bona bîranîna min derbaz kin”. Heta roja îro peyçûyên Îsa her sal wê êvarê top dibin. Roja îroyîn ew cejin tê navkirinê Êvara Bîranîna Mirina Îsa.

Paşî şîvê, şagirtên wî ketine devê, hela kê ji wan yê herî mezin e. Lê Îsa gote wan: “Yê herî mezin ew e, kê xwe yê herî biçûk hesab dike û xwe bilind nake”.

Îsa berdewam kir û got: “Hûn hevalên min in. Ez her tiştî divêjime we, çi ku Bavê min temî min kir. Zûtirekê ezê herim cem Bavê xwe ser ezmana. Hûnê vira bimînin, û meriv wê we nas kin, ça şagirtên min, hergê hûn hevdu hiz bikin. Hûn gerekê hevdu hiz bikin, çawa ez we hiz dikim”.

Paşê Îsa dua kir û ji Yehowa lava kir, wekî hemû şagirtên wî xwey ke. Û got, wekî alî wan bike yektiyê xwey kin. Ewî dua kir, wekî navê Yehowa pîroz be. Paşê Îsa û şagirtên wî bi kilama pesin dane Yehowa û ji mal derketin. Wede gihîştibû, wekî Îsa bihata girtinê.

“Netirse, keriyê pêzî biçûk! Çimkî li Bavê we xweş hat, ku padşatiyê bide we” (Lûqa 12:32).