Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 89

Petrûs Îsa Înkar Dike

Petrûs Îsa Înkar Dike

Gava Îsa tevî şagirtên xwe şîv derbaz dikir, ewî gote wan: “Her kes ji we, wê şevê wê min bihêle”. Petrûs got: “Na! Hergê her kes te bihêle, ezê tu car te nehêlim”. Lê Îsa gote Petrûs: “Îşev pêşiya bangdana dîk, tuyê sê cara bêjî, wekî tu min nas nakî”.

Çaxê eskera Îsa birine mala Qeyafa, heçî zef ji şagirta, Îsa hîştin. Lê du şagirt nava elaletêda pey Îsa diçûn. Yek ji wan Petrûs bû. Ew kete heyata Qeyafa û ber kuçik xwe germ dikir. Ber ronaya agir xulamekî serçevê Petrûs dît û got: “Min tu nas kirî! Tu jî tevî Îsa bûyî!”

Petrûs got: “Na, ew ez nîbûm! Ez fem nakim derheqa çi tu dibêjî!” Ewî dixwest xwe veşarta û berbi dergeh çû. Lê wêderê xulame din ew dît û gote cimetê: “Ew meriv tevî Îsa bû!” Petrûs got: “Ez ne jî wî nas dikim!” Mêrekî jî got: “Tu yek ji wan î! Pê xeberdana te tê kifşê, wekî tu jî çawa Îsa ji Celîlê yî”. Lê Petrûs sond xwar û got: “Ez wî nas nakim!”

Hema wê demê dîk bang da. Û Petrûs dît ça Îsa zivirî û wî nihêrî. Xeberên Îsa ketine bîra wî, ew derkete derva û kele-kel giriya.

Wî çaxî Civîna Giregira top bû, seva ku mala Qeyafada dîwana Îsa bikin. Wana pêşda safî kiribûn, wî bikujin û bona wê yekê menî digeriyan. Lê nikaribûn tu menî bidîtana. Hingê Qeyafa ji Îsa pirsî: “Tu Kurê Xwedê yî?” Îsa got: “Belê”. Qeyafa got: “Menîke din mera nelazim e. Ew kifiriya dike!” Hakim qayîl bûn û gotin: “Ew gerekê bê kuştinê”. Hingê wana şemaqa dane Îsa, tûyî wî kirin, çevê wî girêdan, dane ber kulma û digotine wî: “Hergê tu pêxember î, bêje, ew kê bû te xist!”

Gava sibeh safî bû, wana Îsa birine Civîna Giregira û wêderê dîsa ji wî pirsîn: “Tu Kurê Xwedê yî?” Îsa caba wan da û got: “We xwexa got, wekî ez ew im”. Wana wî neheq kirin, wekî yan çi ew kifiriya dike û birine mala Pontiyo Pîlato, yê ku serwêrê Romê bû. Lê gelo paşê çi qewimî? Werên em pêbihesin.

“Awa wextê . . . hatiye jî, ku hûnê bela-belayî bin, her kesê here ciyê xwe û min tenê bihêle. Lê ez ne tenê me, çimkî Bav tevî min e” (Yûhenna 16:32).