Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 90

Îsa ser Golgotayê Dimire

Îsa ser Golgotayê Dimire

Serokên kahîna Îsa birine bal Pîlato. Pîlato wana pirsî: “Ewî merivî çi neheqî we kiriye?” Wana got: “Ew dibêje, wekî ew padşa ye!” Pîlato Îsa pirsî: “Tu yî Padşê Cihûdayê?” Îsa got: “Padşatiya min, ne ji vê dinê ye”.

Paşê Pîlato Îsa şande bal Hêrodes serwêrê Celîlê, wekî ew tiştekî miqabilî wî bivîne. Hêrodes tiştekî xirab Îsada nedît û wî paşda şande bal Pîlato. Paşê Pîlato gote cimetê: “Ne Hêrodes, ne jî min tiştekî xirab wîda nedît. Lema jî ezê wî aza kim”. Cimetê kire qarînî: “Wî bikujin! Wî bikujin!” Eskera Îsa dane ber qamçiya, tûyî wî dikirin û wî dikutan. Wana tacek ji stiriya vegirtî, dane ser serê wî û bi qerfa digotin: “Xweş be, Padşê Cihûda!” Pîlato dîsa gote cimetê: “Min tiştekî xirab wî merivîda nedîtiye”. Lê ewana ser ya xwe sekinîn û gotin: “Wî darda kin!” Hingê Pîlato wî da destê eskera, wekî wî bikujin.

Wana wî birine Golgotayê û wêderê ser stûnê mix kirin. Îsa dua kir: “Bavo bibaxşîne wana, çimkî ewana nizanin çi dikin”. Cimetê qerfê xwe Îsa dikirin û digotin: “Hergê tu Kurê Xwedê yî, ji stûnê peya be! Xwe xilaz ke”.

Yek ji qaçaxa, yê ku kêleka Îsa dardakirî bû, gote wî: “Gava bikevî Padşatiya xwe, min bike bîra xwe”. Îsa soz da wî û got: “Tuyê tevî min Cinetêda bî”. Nîvro terî kete erdê û sê sihet kişand. Hine şagirt ber stûnê sekinî bûn, Meryem diya Îsa jî nava wanda bû. Îsa gote Yûhenna, wekî miqatî Meryemê be ça miqatî diya xwe.

Axiriyê Îsa got: “Temam qewimî!” Ewî serê xwe daxist û mir. Wê demê erd hejiya, paristgehêda perda orta Pîroz û Herî Pîrozda bû duh para. Hingê serwêrekî eskera got: “Ew bi rastî Kurê Xwedê bû”.

“Çimkî hemû sozêd Xwedê bi Îsa Mesîh ‘Belê’ ne” (2 Korintî 1:20).

*Kitêba Pîrozda, ser zimanê Kurmancî wan rêzada tê gotinê, wekî Îsa hatiye mixkirinê ser xaç. Lê wan rêzada ser zimanê orîjînalî tê xebitandinê xebera Yûnanî stau rós, kîjan tê hesabê stûn yan dar. Ji rêzên jêrê tê kifşê, wekî Îsa mir ser stûnê yan darê (Yûhenna 3:14, 15; Karên Şandiya 5:30; 10:39; 13:29; Galatî 3:13).